Danasîna çîroknivîsên
Antolojiya çîrokên kurdî I-II
Antolojiya çîrokên kurdî yekemîn antolojiya çîrokên kurdî ya hemû deman,
hemû perçeyên Kurdistanê, hemû zaravayên zimanê kurdî û hemû alfabeyên ku
zimanê kurdî pê tê nivîsandin e. Lê antolojî bi kurmancî ye û bi kurmanciya
latînî ye. Nêzîkî 100 nivîskarên
ji her çar perçeyên welêt di vê antolojiya dîrokî de cih girtine, ku her yek ji
wan puselek e û bi hev re resimekî çîroka kurdî ya dused salane radixin ber
çavan. Ev antolojiya ku du cild in û bi hev re 1072 (hezar û heftê û du) rûpel in, hem çavkaniya dîroka nesra kurdî
ye, hem jî bi kronolojî dîrok, rews û prosesa çîroka kurdî ya hunerî diyar
dike. Di vê antolojiyê de sînorên di navbera kurdan de hatine rakirin, ji
berdêla wê pireke hevnasîn û hevtêgihîstinê hatiye avakirin. Bi berfirehî û
biyografiya nivîskaran antolojî valahiya ansîklopediyekê jî dadigire.
Çîroknûsên
antolojiyê bi alfabetîk û bîyografîk ev in:
Abidin Parilti di sala 1977an de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Heta bi lîseyê
li Nisêbînê xwendiye û pasê koçî Îzmîrê kiriye. Ew niha li Îzmîrê, li
unîversîteya bi navê »Dokuz Eylül Üniversitesi« besa drama û nivîskariyê
dixwîne. Heta niha gelek nivîs, hevpeyvîn û wergerên A. Parilti yên bi kurdî û
tirkî di kovar û rojnameyên kurd û tirkan de hatine wesandin.
Adar Jiyan di sala
1962an de li gundê Dengiza ku girêdayî Stewra Mêrdînê ye, hatiye dinyayê.
Ew mamoste ye. Wî heta niha di gelek kovar û
rojnameyên mîna Azadiya Welat, Jiyana Rewsen, Nûbihar, Gulistan û Kevanê de
nivîsandiye. Bi navê »Seyrê« ji çîrokên gelêrî kitêbek wesandiye.
Babayê Keles di sala
1947an de hatiye dinyayê. Kalikê wî – Dodoyê Baba aqilmendekî dema xwe bû. Wî
neviyê xwe – Baba bi serpêhatî, destan, beyt û çîrokên kurdan mezin kir.
Babayê Keles besa
kurdzaniyê ya Ûnîversîteya Yêrêvanê xelas kiriye. Pasê 18 salan di redaksiyona
rojnama kurdî »Rya teze« de kar kiriye.
Heta niha pirtûkeke
wî bi sernivîsa »Nîsanî« çap bûye ku tê de 14 serhatiyên bijare hene.
Xên ji vê pirtûkê,
gelek serhatiyên wî di almanaxa »Bahara teze" de çap bûne, ku her sal li
Yêrêvanê çap dibû. Çend serhatiyên wî bi ermenî û rûsî jî çap bûne. Pirtûkeke
wî ya din jî li ber çapê ye.
Babayê Keles jî mîna
gelek ronakbîrên kurdên Sovyeta berê ji dest rewsa aborî, ji Ermenistanê
derketiye û berê xwe daye biyanistanê.
Ew niha digel
malbata xwe li Rûsyayê dijî.
Bûbê Eser di sala
1955an de li gundê Xozberiya Dêrika Çiyayê Mazî hetiye dinyayê. Wî dibistana
xwe ya destpêkê li Qesra Qenco, navîn û lîse jî li bajarê Mêrdînê di sala
1973an de qedand. Wî di sala 1971ê de dest bi siyasetê kir. Di sala 1975an de
li Enqerê dest bi xwendina bilind a bi navê ‘Ankara Ýktisadi Ticari Ýlimler
Akedemisi’ kir.
Di sala dawîn de ku
wî ê unîversîta xwe biqedanda, polîsan di dîroka 02.02.1980yî de li
Diyarbekirê, li cihê karê wî ew girtin. Ew 72 rojan di îskencê û nêzîkê 3 salan
jî di girtîgeha bi nav û deng ya Diyarbekirê ku navê wê 5 nolu bû de ma û di
19.05.1983an de ji girtîgehê hat berdan.
Pistî berdana xwe ya
girtîgehê, ji ber binçavkirina polîsan û nexwesiya xwe mecbûr ma ku welatê xwe
biterkîne.
Ew di dîroka
24.11.1983an de li Swêdê bi cih bû û hê jî li wir dijî.
Bûbê Eser ji sala
1992an û vir de dinivîsîne. Berhemeke wî a bi navê Gardiyan ku li ser rewsa wê
girtîgeha bi nav û deng e di sala 1994an de di nav wesanên ROJA NÛ de hatiye
wesandin. Ew roman bi zimanê yunanî jî hatiye wergerandin û wesandin.
Cankurd di sala
1948an de li gundê Meydankê / rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe
ya destpêkê li gundê xwe û ya navîn û lîse jî li Efrîn û Helebê biriye serî. Du
salan pistî lîseyê li Enstîtuya Amadekirina Mamosteyan / besê zimanê erebî li
Helebê xwendiye. Ji ber xebata siyasî gelek caran hatiye girtin û îskencekirin.
Cankurd di sala
1979an de çûye Almanyayê û xebata xwe ya siyasî û çandî dewam kiriye.
Ew bi kurdî, erebî û
almanî dinivîse û heta niha ev berhem çap kirine:
Bi kurdî: Gundê Dîna, kurteçîrok.
Selahdînê Eyûbî (Kurdekî cîhan hejand)
Alexander Jaba (Berhevoka çêrokên kurmancî)
Dilopeka xwîna dila,
helbest.
Bazirganê Vênîsiya – Werger ji Shakespeare.
Bi erebî: El–Muslîmon wel Qediye El–Kurdiyye.
El –Hîlal El–Meeqof.
El–Merhele Errahîne mîn Kîfah Eseeb El–Kurdî.
Bi almanî: Pirtûkek li ser rewsa rojavayê Kurdistanê
wek (Gutachten) belav kiriye.
Celadet Alî Bedir –
Xan di sala 1893an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Ew di salên bîstî de ji bo
doktorayê diçe Almanyayê. Doktoraya xwe ya huqûqê dike û di salên sihî de
vedigere Samê. Sam hingî di destê fransizan de ye. Celadet li wir dest bi
têkosîna kurdayetiyê dike û dibe yek ji pêsengên tevgera Xoybûnê yê girîng.
Pistî ku serîhildana Agiriyê têk diçe, Celadet Bedir– Xan destê xwe ji siyasetê
dikisîne û xwe bi hemû hêza xwe dide kultur û edebiyatê. Ew di sala 1932an de
dest bi wesandina kovara HAWARê dike. Ji sala 1932an heta 1943an 57 hêjmarên
HAWARê derdikevin. Ji bilî kovara HAWARê jî wî ji nîsana 1942an heta adara
1945an bi navê RONAHÎyê kovareke din derxistiye. Ev kovara ha jî xwerû bi kurdî bû û li ser hev 28 hejmar
derketine. Ji bilî kovarên HAWAR û RONAHÎyê Celadet Bedir–Xan ev pirtûkên ha jî
nivîsandine: Elîfba Kurdî, Rêzimana Kurdî, Ferhenga Kurdî, Rêzana Elfabeya
kurdî, Rûpelnine Elfabê, Dibaca Mewlûdê, Dibaca nivêjên Êzdiyan, Nameyek ji
Mustafa Kemal pasa re, Ji Mesela Kurdistanê, wergera çîroka Conî û Cimêma û bi
dehan nivîs û gotarên çapkirî û neçapkirî… Herweha Celadet Bedir–Xan digel
birayê xwe Kamiran bi riya wesanên Hawarê bi dehan pirtûk pêskêsî pirtûkaxaneya
kurdî kirine.
Celadat Bedir–Xanê
ku ji bilî navê xwe li dor deh navên din jî bi kar anîne, di 15.07.1951ê de
mîna gelek pêseng û rewsenbîrên kurdan, ji welatê xwe dûr, li Sûriyê wefat kir.
Ew niha li Samê vesartî ye.
Çiya Mazî di sala
1960î de li gundekî Semrex (Mazîdax)a Mêrdînê hatiye dinyayê. Ew ji sala 1993an
û vir ve bi kurdî dinivîsîne. Ji wê salê û heta niha gelek helbest, kurteçîrok,
zargotin û nivîsarên wî di kovar û rojnameyên wek Zend, Jiyana Rewsen, Welat,
Aazadiya Welat, Ava Sîn, Hîwa, Mehname, Avesta û Kevanê de wesiyane. Bi navê
»Mistek jiyan" kitêbeke wî ya kurteçîrokan heye.
Dilawer Zeraq di sala 1965an de li Farqînê hatiye dinyayê. Wî ji dibistana
seretayî heta lîseyê xwendina xwe li Farqînê temam kiriye û di sala 1985an de
Zanîngeha Dîcleyê Besa Matematîkê qedand. Di sala 1997an de dest bi nivîsandinê
kir. Ji hingê ve ye çîrok û nivîsarên wî di kovar û rojnameyan de belav dibin.
Pirtûkeke wî ya bi navê Kakil çap bû. Wî çîrokên bijarte ji çîroknivîsê tirk
Sait Faik wergerandiye û ji bo çapê amade kiriye. Ew niha jî li Diyarbekirê
dijî.
Dr. Cuwan Batû li gundê Sêxê Res, Sirnexê hatiye
dinyayê. Wî di salên 1980-1987an de li Bulgaristanê xwendina tibbê xelas kiriye
û di sala 1987an de li Swêdê bi cih bûye. Niha li nexwesxaneyeke Swêdê weke
serekdoktor û berpirsiyarê besekî cansaxiyê kar dike.
Lêkolînek wî ya zanistî li ser nexwesiyên
»jibîrkirinê« (demens) bi swêdî heye.
Di nabera 1987-89an
de di rojnameya Kurdistan Pressê de kar kiriye. Berê kovara »Rojbas« derdixist,
niha wê wek »RojbashOnline« bi rêya Internetê derdixe.
Nivîsa wî ya yekem
di sala 1987an de, di bin navê »Demokrasiya me« de di rojnameya »Kurdistan
Press« de derket.
Pirtûkek wî bi navê
»Sûjin« di sala 2000an de derketiye. Di wê pirtûkê de wî 16 kurteçîrok (fable)
tê de kom kirine. Hinek nivîsên wî di rojname û kovarên kurdî û swêdî de
derketine.
Ji sala 2001ê û vir
ve di rojnameya »Dema Nû« de, di bin quncika »Sûjin«, her ji du hefteyan carekê
nivîsên nêzîkî pirtûka Sûjinê dinivîsîne. Dr. Cuwan Batû niha li Swêdê dijî.
Ebdilbaqî Huseynî di
sala 1961ê de li Qamisloka binxetê hatiye dinyayê. Wî xwendina xwe a sereke,
navîn û lîse li Qamislo xwendiye.
Pisê li Zanîngeha
Samê di navbera salên 1979–1985an de xwendina xwe di fakulteya çandiniyê de wek
endezyarê çandiniyê xelas kir.
Ji sala 1999an vir ve li Nerwecê dijî.
Ji berhemên wî: Pirtûkek folklorî
bi navê: Çîrokên Mîran di sala 1991ê de li Beyrûdê çap kiriye.
Herwekî berpirsyariya du kovarên kurdî dikir; Gurezek Gul (1989–1991). /
Zanîn (1991–1997).
Hin berhemên wî li ber çapê ne.
Ew niha gotarên xwe bi zimanên
kurdî û erebî di rojneme, kovar û
malperên Internetê de belav dike.
Li gora agahdariyên ku di nasnameya wî de hatine nivîsandin, ew di sala
1930î de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Wî heta bi lîseyê li welêt
xwendiye û berî ku qeyda xwe li Fakulteya Hiqûqê ya Stenbolê de çê bike, bi
qandî salekê li Fakulteya Edebiyatê, besê felsefeyê xwendiye.
Ew yek ji wan kesan bû ku zû li kurdayetiya xwe hay bûye û bi meseleyên
fikrî ve rabûye. Ji ber wê jî di sala 1953an de ji ber îthama propagandaya
komunîzmê tê girtin, lê pasê berat dike.
Ew di dema telebetiya xwe de di gelek kovar û rojnameyên tirkî de nivîsan
dinivîsîne; (Forum, Yeni Gün, Yeni Ortam hin ji wan in) û di sala 1957an de, ji
ber nivîseke xwe ya di Forumê de ses mehan dikeve hefsê.
Edîp Karahan di sala 1962an de bi navê Dicla–Firat rojnameyeke mehane
derdixe û ew bi navên cûda di vê rojnamê de dinivîsîne. Wî bi naznavê Reso jî
di vê rojnameyê de çîrok nivîsîne.
Ew gelek caran ji ber fikrên xwe yên siyasî tê girtin û di hefsan de
dimîne. Ew di sala 1963an de bi
navê daweya »23yan« de tê girtin.
Di sala 1971ê de ji
daweya DDKOyê tê girtin û heyst sal ceza lê tê birîn. Pistî sal û nîvekê ji vê
daweyê xelas dibe û pistî derdikeve derbasî Kurdistana basûr dibe. Li
Kurdistana basûr bi navê Mam Azad tê bi nav kirin. Ew demekê di besê
ragihandinê de dixebite û pasê jî li dadgeha Comanê dadgeriyê dike.
Karahan, di sala
1976an de çû ser dilovaniya xwe. Ew zewicî bû û bi navê Tûrcel, Welat û Siyar
sê kurên wî hene.
Edîp Polat li
gundekî Diyarbekirê ku bi ser Bismilê ve ye hatiye dinyayê. Wî dibistana
seretayî li gund û Batmanê xwendiye, pist re li Diyarbekirê pêvajoya xwe ya
perwerdehiyê dewam kir. Wî weke mamostayê Biyolojiyê dest bi karmendiyê kir. Lê
ji bo xebatên xwe yên polîtîk, di sala 1988an de ji kar hat avêtin. Wê salê wî
bi navê Rastiya Diyarbekir pirtûkek derxist. Wî dû re ev pirtûk
dan wesandin:
Berbangên Newrozê.
Di zimanê zanistî da Kurd û Kurdistan.
Sopên ji welatê bêdewlet.
Zinêkar.
Evîna min mirina bêevîn e.
Gladyatorê Kurd Ristemê Zal (Di demek nêzîk de wê were
çapkirin).
Edîp Polat ji bo van pirtûkên xwe û çalakiyên ji bo
ramana azad pênc sal û nîvan di zîndanê de ma.
Xelatên ku Polat heta niha wergirtine ev in: U.S.A PEN
Barbara Goldsmîth xelata Azadiya nivîsê. Human Right Watch, Xelata Azadiya
Ramanî.
Polat heta îro di gelek rojname û kovaran de çîrok,
helbest û nirxandinên polîtîk nivîsîne. Hin ji wan ev in: Milliyet Sanat,
Berfin Bahar, Yaba, Hêvî, Ronayî, Özgur Gündem, Tîroj, ÎHD Bülten, Çorba,
Ütopya, Nûdem.
Edîb Polat niha li Diyarbekirê dijî.
Ehmed Mehemed Îsmaîl di sala 1943an de li bajarê
Kerkûkê hatiye dinyayê. Wî di destpêka salên heftêyan de çîrokên xwe di kovar û
rojnameyan de dane wesandin û mîna çîroknivîs deng daye. Heta niha çar kitêbên
wî ên kurteçîrokan hatine wesandin û hin berhem jî ji tirkî wergerandine kurdî.
Elaeddîn Secadî di sala 1907an de li Kurdistana Iraqê
hatiye dinyayê. Di sala 1938an de destûra meletiyê wergirtiye û li Bexdayê, li
mizgefta Neîme Xatûnê meletî kiriye. Di 1939an de ketiye nav qada
rojnamevaniyê, di 1941ê de bûye berpirsiyarê kovara Gelavêj û heta 49an dewam
kiriye. Di sala 1948an de bi navê Nizar kovarek bi kurdî û erebî derxistiye. Di
navbera salên 1958-1974an li zankoya Bexdayê mamostetiya edeb û dîroka
edebiyata kurdî kiriye.
Hinek ji berhemên Secadî ev in:
Ristey Mirwarî, ji 1-8, sala 1957-1938.
Mêjuya edebiyata kurdî, 1952.
Soresên kurdan û soresa Iraqê.
Hemîse Behar,
kurteçîrok, 1960.
Destûr û ferhenga
zimanê kurdî, 1961.
Edebê kurdî û
lêkolîna edebê kurdî, 1986.
Kurdewarî, 1974. /
Deqekanê edebî kurdî, 1978. / Nawî kurd. / Gestêk le Kurdistan. / Nirx Sinasî.
Elaeddîn Secadî di
13.12.1948an de wefat kiriye û niha li Bexdayê, li Goristana Sêx Ebdulqadirê
Gêlanî vesartî ye.
Eliyê Ebdilrehman di
sala 1920î de li Kurdistana Tirkiyeyê hatiye dinyayê, lê hê di sessaliya xwe de
digel malbata xwe ji ber zilma tirkan koçî Kafkasyayê dike. Eliyê Ebdilrehmanê xwendinhez
tavilê dest bi xwendinê dike, ji bilî zanistgeha Yêrêvanê ew herweha li Bakuyê
enstîtuya pedagojiyê jî xelas dike.
Sala 1955an li
Yêrêvanê dîsa rojnama »Rya teze« tê çapkirin. Eliyê Ebdilrehman, di vê rojnamê
de digel gotarên civakî gotarên edebî jî dinivîsîne. Riya Eliyê Ebdilrehman ya
edebî ji vê rojnamê dest pê dibe.
Kitêba wî ya pêsî di
sala 1959an de çap dibe. Di berhevoka »Xatê xanim« de çar afirandinên cihê
hene. Ew di derheqê jiyana kurdan ya doh û îro de ne.
Eliyê Ebdilrehman
gotar, helbest, çîrok û roman nivîsandine. Hin ji pirtûkên wî ev
in:
»Morof«, »Gundê mêrxasa«, »Ser çiya da«, »Dê«, »Hesreta min« û »Gulista«.
Emerîkê Serdar di
sala 1935an de li gundê Pampa Kurda, navça Axbaranê, li Ermenistanê di maleke
sade de hatiye dinyayê. Bavê wî Dewrês, di sala 1941ê de çû serê Almanya Nazîst
û bê ser–berate winda bû. Heta niha jî Emerîk nizane bavê wî li ku û çawa sehîd
bûye. Heta niha jî nizane mezelê wî li ku ye û ji bo wê heta niha jî gelekî li
ber xwe dikeve. Ev tema di çîrokên wî de gelek derbas dibin. Lê dildimiya ber
dilê wî ew e, ku ew ciyê mezelê diya xwe zane û her sal dixwaze here ser mezelê
dayika xwe.
Emerîkê Serdar yek
ji wan ronakbîrên kurdên Ermenistanê ye, ku bi kar û barên xwe alî pêsketina
çand û edebiyeta kurdan bi gistî kiriye. Pistî ku çend salan di radyoya kurdî
ya Yêrêvanê da kar kir, ji sala 1961ê heta roja îro li redaksiyona rojnama »Rya
teze« de kar dike û ev çend sal in redaktorê wê ye.
Di karê nivîsara
bedewetiyê (prosa) de keda wî jî heye. Heta niha wî çend pirtûkên serhatiyan
çap kirine, gelek çîrokên wî di kovar û rojnameyan de jî derketine.
Li gora qeyda wî ya
nifûsê, ew di sala 1962an de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê, lê li gora
ku salmezinên wî dibêjin, ew di sala 1964an de çêbûye. Zaroktî û xortaniya wî
li Dêrikê derbas bûye û wî heta bi lîseyê li wir xwendiye. Ew heta bi sala
1992an jî ji Dêrikê neqetiya ye.
Ew demeke kin
memûrtiyê dike û gava di sala 1994an de HADEP tê damezirandin dibe yek ji
dameziranê vê partiyê. Dewrekê di meclîsa partiyê de dixebite û di
hilbijartinên 1995an de li Îzmîrê dibe namzetê parlamentoyê. Di kongreya dudan
de ji ji vê partiyê bi dûr dikeve. Ew jî wek gelek kurdên din bi caran hatiye
girtin û mahrûzî îskence û neheqiyê bûye.
Ew bi navên cûda
maqale û pêkenînên bi kurdî di rojnameya Medya Günesi, Jiyana Nû û Rojê de
dinivîsîne. Karahan, di sala 1997an de derdikeve derveyî welêt û li wir hîn
bêtir îmkanên ku karibe bi karê nivîsê dakeve û bi edebiyatê re mijûl bibe pêde
dike. Ew demekê berpirsiyariya Berbanga, organa FKKSyê dike û vê gavê jî li
Kitêbxaneya Kurdî ya li Stockholmê kar dike. Heta niha berhemên wî di gelek
kovar û rojnameyên kurdî de hatine wesandin û du kitêbên wî yên çîrokan bi
navên »Sevbihêrkên sevên xalî« (2001) »Duaya êvarê« (2003) hatine wesandin.
Enwer Mehemd Tahir di sala 1949an de li gundê Tîtê, nêzîkî bajarê Duhokê
hatiye dinyayê. Serî, navî û berhevî li Duhokê xwendiye û di sala 1974an de
besê kurdî li zanîngeha Bexdayê bi dawî aniye. Wî destpêkê bi zimanê erebî dinivîsî û yekem çîroka xwe di sala
1967an de belav kiriye. Pasê dest bi nivîsîna kurdî kiriye û yekem çîroka xwe
di sala 1972an de, di kovara Hîvî de –li Duhokê derdiket– belav kiriye. Gotarên
rexneyî û nivîsînên xwe di kovar û rojnameyên kurdî de belav kirine, di
festîvalên edebî de, li Kurdistana basûr, besdarî kiriye. Heta niha du pirtûk çap
kirine:
Ev çîroke bi dîmahî nehat, Kurdistana basûr, 1983.
Çend gotarekêt rexneyî, Kurdistana basûr, 1988.
Her wisa berhemên wî yên amade ji bo çapê ev in:
Kitêbeke kurteçîrokan. / Kitêbeke çîrokên zarokan.
Ew endamê Yeketiya Nivîskarên Kurd e û niha jî li Kurdistana basûr dijî.
Erebê Semo di 23.10.1897an de li gundê Susuzê li qeza
Qersê, ku di wê heyamê de di bin destelatiya Rûsyayê de bû, hatiye dinyayê.
Erebê Semo xwendina xwe ya ewil diqedîne. Di sala 1913an de, dema ku 16 salî bû derbasî
ser karê paletiyê dibe.
Di sala 1914an de
wexta destpêka serê cîhanê yê ewil heta sala 1917an, Erebê Semo ku xên ji
zimanê dê, welê jî bi rûsî, tirkî, yunanî û ermenî zanîbû. Pist re jî demeke
dirêj di komîteya navendî ya partiya komunîsta Ermenistanê de cih digire.
Di sala 1931ê de
Erebê Semo li Leningradê rastî Qanatê Kurdo tê û hevaltiyeke bas di navbera wan
de tê sazkirin. Ji wir dest bi xebata literaturî û ilmî dike. Li wê derê
nivîsên di derheqa problemên zimanê kurdî de hazir dike û li Ermenistanê çap
dike.
Di sala 1937an de ji
aliyê Stalîn ve tê sirgûnkirin, wî disînin kenarê Okêrna cemidî. Heta sala
1956an ew li wê derê dimîne.
Pistî mirina Stalîn
ew azad dibe û careke din vedigere Ermenistanê.
Sala 1966an ew
romana xwe ya dîrokî Dimdim belav dike. Sala 1967an jî ew li Moskovayê
berhevoka Hikayetên Gelê Kurd û romana xwe ya bi navê Riya Bextewar nesir dike.
Eskerê Boyîk di sala 1941ê de li gundê
Qundexsazê (niha Riya Teze), li Ermenistanê hatiye dinyayê.
Berê li gundê xwe,
pasê li gundê cîran: Elegezê xwendina navîn standiye. Sala 1966an Enstîtuya
bajarê Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtiyê xelas kiriye.Teza kandîdatê ulmê ekonomiyê standiye. Gelek berhemên wî yên
ilmî (pirtûk, birosûr, gotar) di derheqê pirsgirêkên aboriya malhebûna
gundîtiyê de bi zimanê ermenî û rûsî çap bûne.
Di salên 60î de
helbest û gotarên wî di rojnameyan de çap bûne, di radyoyê de hatine wesandin.
Heta niha ev
pirtûkên wî hatine wesandin:
Siverê, helbest,
Yêrêvan, 1966. / Kulîlkên Çiya, helbest, Yêrêvan, 1975. / Sinco keça xwe dide
mêr, sano,Yêrêvan, 1980. / Mem û Zîn, sano, Stokoholm, 1989. / Tîrênc, (di
berhevoka BAHAR de), helbest, Yêrêvan, 1987. / Li Çiya, kurteçîok, Yêrêvan,
1991. / Duaya Serê Sibê, helbest, Roja nû, 1997. / Oda Çîrokan 1, helbestên zarokan, Roja nû,1997. /
Kulîlkên Birîndar, helbest, Stockholm, 1998. / Govenda Herfan, helbestên
zarokan, Stockholm, 2002.
Eskerê Boyîk niha jî
li Almanyayê dijî.
Evdile Koçer di sala
1977an de li gundekî Sêrtê hatiye dinyayê.
Ew li »Anadolu
Universitesi Kamu Yonetimi« dixwîne.
Heta niha gelek
nivîs û çîrokên wî di kovar û rojnameyên mîna Jiyana Rewsen, Pîne, Nûdem,
Azadiya Welat, Firatta Yasam, Hîwa... de derketine...
Her weha gelek nivîs
jî li ser înternetê: »Mehname, Avesta, Amudê« derçûne...
Pirtûka wî a bi navê
»Govendistan« ku ji nivîsên wî ên mîzahî pêk tê, di nav Wesanên Pêrî de
derket...
Fawaz Husên di sala
1953an de li binya xetê hatiye dinyayê. Ew ji sala 1978an heta bi 1992an li
Parîsê li unîversîteya Sorbonnê dixwîne û di sala 1988an de dibe doktorê ziman
û edebiyata firansî. Fawaz Husên endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê û endamê
Rêxistina Nivîskarên Fransayê ye. Ew li Parîsê dijî.
Kitêb û wergerên
Fawaz Husên:
Siwarên êsê.
Kurteçîrok. Stockholm, wesanxaneya Welat, 1994. / Biyanî. Wergera L’Étranger, berhema
Antonio Camus. Stockholm, wesanxaneya Nûdemê, 1995. / Mîrzayê Piçûk. Wergera Le
Petit Prince, berhema A. de Saint–Exupéry.
Stockholm, wesanxaneya Nûdemê, 1995. / Le Fleuve. Kurteçîrok. Parîs,
wesanxaneya Méréalê, 1997. / Dîroka edebiyata firansî, sedsala hivdehan û
hîjdehan. Antolojî. Stockholm, wesanxaneya APECê, 1998. / La Poursuite de
l’ombre. Wergera Siya Evînê,
romana Mehmed Uzun. Parîs, wesanxaneya Phébus’ê, 1999. / Chroniques
boréales. Kurteçîrok. Parîs, wesanxaneya L’Harmattanê, 2000. / Kurdên
Haymanayê. Gotara Georges Perrot. Werger û amadekirin. Stockholm, wesanxaneya
APECê, 2000. / Amîdabad. Kurteçîrok. Stembol, wesanxaneya Avestayê, 2001.
Fazil Umer di sala 1962an de, li gundê Girresê, nêzîkî
bajarê Zaxoyê hatiye dinyayê. Serî, navî û berhevî li çendîn gund û bajaran
xwendiye û di sala 1986an de, piska nojdariyê li zanîngeha Mûsilê bi dawî aniye
û niha jî li Duhokê doktoriyê dike. Wî di sala 1980ê de çîrokên xwe di kovar û
rojnameyên kurdî de belav kirine.
Heta niha kitêbeke
kurteçîrokan bi navê ‘Kalê pesêman’ çap kiriye.
Fazil Umer niha li
Kurdistana basûr dimîne.
Felat Dilges di sala
1965an de li gundekî Pasûr ê (Qulpê) yê bi navê Duderya hatiye dinyayê.
Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Farqînê, ya lîseyê li Licê temam kir.
Li Unîversîteya
Stenbolê felsefe û siyasetzanî xwend. Di sala 2000î de, li Unîversîteya
Stenbolê, di warê siyaseta navnetewî de doktoraya xwe temam kir. Heta niha di
gelek kovar û rojnameyan de nivîs nivîsîn, stûnnivîskarî kir. Di sala 2002an
de, di derxistina kovara edebî û kulturî Gulistanê de, roleke girîng leyist û
berpirsiyartiya wê ya gistî kir.
Kitêbên wî:Kula
Dêrsimê (1992–sano).
Rojnameya Kurdî ya
Pêsîn Kurdistan (1988–Lêkolîn).
Dilsa (2002–çîrok).
Ferhad Pîrbal di sala 1961ê de li Hewlêrê hatiye
dinyayê. Di sala 1983an de li Unîversîteya Selahadînê (Kurdistana Iraqê) besa
ziman û edebiyata kurdî temam kiriye. Di
sala 1986an de derket derveyî welêt. Li Parîsê li Unîversîteya Sorbonne
Edebiyata Kurdî (Îrannasî) xwend. Pistî salên 1990î vegeriya Kurdistanê. Li
Hewlêrê dezgeha kulturî »Mala Serefxanê Bedlîsî« ava kir.
Kitêbên Ferhad Pîrbal:
Mal ava ey welatê min (sano, 1984).
Sibeha te bi xêr ey xerîbî (sano, 1988).
Exil (siîr, 1994).
Serçavkanî Kurdistan (lêkolîn, 1998).
Wêneyên kurd ji arsîva kurdnasên ewrûpî (Lêkolîn,
1999).
Manîfestoya duwem î wêran spiyên nav res–resên nav spî
(Siîr, 1999).
Zêrê nav zibil (wergera nivîsên rojhilatnasan li ser
kurdan, ji fransî werger, 1999).
Încîl di Dîroka Edebiyata Kurdî de (1857–1957).
Destpêkên serhildana pexsana kurdî (Lêkolîn, 1999).
Cudahî (Tevî neh saîrên hewlêrî, 1999).
Petatxurekan (Çîrok, 2000).
Ferhad Shakely di sala 1951ê de li basûrê Kurdistanê,
li bajarê Kerkûkê hatiye dinyayê. Ew li Kurdsitanê di salên 1973–74an de di
rojnameya Birayetî de dixebite û li Swêdê jî di hundirê deh–panzdeh salan de bi
kurdî û swêdî du kovaran ‘Svensk–Kurdisk Journal 1985–1989 û Mamostayê Kurd
1985–1996’ derdixe. Wî heta niha pênc kitêbên siîran û kitêbeke kurteçîrokan bi
kurdî wesandine û heft kitêbên zarokan jî ji swêdî wergerandine zimanê kurdî.
Wî bi swêdî jî kitêbeke siîran û du antolojî wesandine. Wekî din bi nave
Kurdish Nationalism in Mem û Zîn of Ahmed–i Khani kitêbeke bi ingîlizî
derxistiye.
Ferhad Shakly niha li Swêdê dimîne û li Unîversîteya
Uppsalayê mamostetiya zimanê kurdî dike.
Fewaz Ebdê di sala 1961ê de li gundekî nêzîkî Qamislo
bi navê »Niqare« hatiye dinyayê.
Wî xwendina destpêkê li gund qedandiye, ya navîn û
lîse jî li Qamislo xwendiye.
Di sala 1980ê li zanîngeha Samê zimanê erebî (tore û
edebiyata erebî) xwend.
Di sala 1995an de li binxetê xelata Koma Xanî ya
çîrokê wergirt. Bi navê »Xewaro« kitêbeke wî ya kurteçîrokan çap bûye. Fewaz
Ebdê digel çend hevalên xwe di sala 1986an de tiyatro bir gundan û di hizûra
gundiyan de pêskês kir.
Fewaz Ebdê niha li Qamislo dijî.
Fewzî Bîlge di sala 1962an de li Mêrdînê, li Dêrika
Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Di heman salê de malbata wî koçî Qoserê kirine.
Heya perwerdehiya xwe ya lîseyê qedandiye li wê derê maye. Di 1978an de li
Unîversîta Stenbolê, besa edebiyatê xwend. Heya ku dibistana xwe ya duyem, li
Unîversîta Marmarayê besa zanisteyên civakî, di sala 1987an de qedand di
ajansên girafîkî de xebitî.
Ji edebiyatvanekî bêtir weke wênesaz tê naskirin û
hezkirin. Wî li çar aliyên welêt bi dehan pêsengeh li dar xistine. Ses–heft
salan di navendên çand û hunerî de di gelek besan de, bi taybetî jî li besên
hunerên sêwekariyê berpirsiyarî girt û gihast gelek xebatên serkeftî. Bi sedan
nivîs û xebatên wî yên wêneyan di kovar û rojnameyên kurdan, weke Nûdem, Pelîn,
Roj, Medya Günesi, Jiyana Rewsen, Kevan, Tîroj de hatine wesandin.
Ev sêzdeh sal e bi keçikeke dêrikî, xwesik, arkeolog
re zewiciye. Bi navên Sultan Stêra û Serhat Berzan du zarokên wan hene.
Ev çend salên dawiyê li Batmanê dijî, di kargeha xwe
ya hunerên sêwekarî de gelek sagirt gihandine. Ev sê salên dawiyê weke
çîroknivîsekî tevdigere û pirtûka xwe ya yekemîn ji dosyayên xwe yên çîrokan
yek, bi navê »Jidilara« di 2002an de wesand. Di demeke kin de albumeke wî ya ku
ji wêne û nivîsarên sîroveyên wêneyên wî pêk tê wê bigihêje xwendevanan.
Firat Cewerî di sala 1959an de li gundekî Dêrika
Çiyayê Mazî hatiye dinyayê, di salên heftêyî de digel malbata xwe li Nisêbînê
bi cih bû, di 80ê de koçî Swêdê kir û heta niha jî li Swêdê dimîne. Wî berî 80ê
dest bi nivîsandina kurdî kir, deh salan kovarek bi navê Nûdem derxist, di
saxên cihê de li dor deh kitêban nivîsandine û deh–donzdeh kitêb jî
wergerandine zimanê kurdî.
Ev çîroka Fûad Temo ji kovara Rojî Kurd, no:1 (Hezîran
1329=1913) r:25–26 û no:2 (Temmuz 1329=1913) r: 24–25 hatiye girtin ku bi herfên erebî ya alfaba osmanî hatiye
nivîsîn.
Wek ji dawiya çîrokê jî tê famkirin ku çîrok hê jî
xelas nebûye. Her çendî di hejmara 2an a kovara Rojî Kurd de dinivîse »dawî
heye«, lê mixabin dawiya çîrokê ne di hejmara 3an û ne jî di hejmara 4an a
kovarê de heye. Her weha navê çîrokê jî nehatiye nivîsîn. Tenê »çîrok« hatiye
nivîsîn. Lê Mahmûd Lewendî di tîpguhêziya wê de navê »Sewês« li çîrokê kir û me
jî her »Sewês« hist.
Fûad Temo ronakbîrekî kurd e ku ji bajarê Wanê ye û
kurê mebûsê Wanê Tewfîq Begê Wanî ye. Li Stenbolê digel ronakbîrên kurdan ew jî
yek ji aktîftirîn kesan e ku besdarî kar û barên siyasî û kulturî yên kurdan
dibe. Di komele û kovarên kurdan
de dixebite. Di 1912an de digel Qedrî Cemîl Pasa, Cerrahzade Zekî Beg û hin
ronakbîrên din, li Stenbolê yekemîn komela xwendekarên Kurdan; Civata Telebeyên
Kurdan–Hêvî’yê datînin.
Hasan Kaya di sala
1964an de, li Navçeya Nisêbîna ku li ser Mêrdînê ye hatiye dinyayê. Heta bi
lîseyê li wir xwendiye. Pistî ku du salan li »Anadolu Universitesi Ýktisat
Fakultesi« xwend dev jê berda û çar salan »Dicle Universitesi Eðitim Fakültesi
Türk Dili ve Edebiyatý« xelas kir û dîplomaya Lîsansê wergirt. Çar salan li
lîseyê mamostetiya edebiyatê kir.
Di sala 1993yan de
Li Edenê saxê navenda Çanda Mezopotamya ava kir. Li wir sê salan serokatiya vê
saziyê kir û dersên zimanê kurdî dan. Pist re li Mêrsînê damezrêneriya saxê
Navenda Çanda Mezopotamya kir. Dawî, di sala 1996an de li Enstîtuya kurdî ya
Stenbolê xebata xwe domand û ses salan serokatiya Enstîtuya kurdî kir.
Bi navê Girnewas
pirtûkeke kurteçîrokan nivîsî. Tevî Zana Farqînî û Samî Tan, bi kurdî, tirkî û
ingilîzî ‘Em Zimanê Kurdî Binasin’ pirtûkek amade kir.
Helîm Yûsiv di sala
1967an de li Amûdê (binya xetê) hatiye dinyayê. Wî li Unîversîteya Helebê
xwendina hiqûqê qedandiye û ji sala 2000î û vir ve li Almanyayê dijî.
Heta niha ev
berhemên Helîm Yûsiv çap bûne: Mêrê avis, çîrok, 1991 bi erebî, 1997 bi kurdî.
/ Jinên qatê bilind, çîrok, 1995 bi erebî, 1998 bi kurdî. / Mirî ranazin,
çîrok, 1996 bi kurdî, 1998 bi tirkî. / Sobarto, roman, 1999 bi kurdî û erebî.
Wekî din çend
çîrokên Helîm Yûsiv bûne tiyatro û wî herweha li Sûriyê di antolojiyeke çîrokên
Sûriyê de jî cih girtiye.
Hesenê Metê di sala
1957an de li Erxeniya Diyarbekirê hatiye dinyayê. Ev zêdeyî bîst salî ye jî ew
li Swêdê dijî. Kitêbên Hesenê Metê yên
ku heta niha çap bûne ev in:
Smîrnoff, çîrok,
1991. / Labîrenta cinan, roman, 1994. / Epîlog, çîrok, 1998. / Ardû, çîrokên
gelêrî, 1991. / Tofan, çîrok, 2000. / Keça Kapîtan, Pûskîn (werger) 1998. /
Merivên reben, Dostoyovskî (werger) 1991.
Hesenê Qizilcî di
sala 1914an de li gundekî di navbera Bokan û Mehabadê de hatiye dinyayê. Di nav
malbatek zana de mezin bû. Li ber detsê mamê xwe hînî farisî û erebî bû, lê
meletî nekir. Pistî avakirina PDKê bû endamê partiyê. Di dema avakirina komara
Mehabadê (1946) Qizilcî sernivîskariya kovara Helale kir û di kovara Kurdistanê
de nivîsî. Pistî hilwesandina komarê, derbasî Kurdistana Iraqê bû, pasê derket
derveyî Kurdistanê. Bi ketina rejîma Sah re, di 1979an de vegeriya Îranê. Ew
endamê Tudeh û berpirsiyarê rojnameya Namêyê Mardom bû. Di sibata 1984an de hat
girtin. Ji hingî heta niha kesî tu xeber jê nestand, kes nizane çi pê hat û li ku ye.
Hesenê Silêvanî di
sala 1957an de, li gundê Tirkija, devera Silêvaneya, nêzîk bajarê Zaxoyê,
hatiye dinyayê. Pistî sikestina soresa kurdî di sala 1975an de, li basûrê
Kurdistanê, hukumeta Îraqê gundên wan sewitandin û ereb anîne sûnê. Lewra ew ji
neçarî ber bi bajarê Mûsilê çûn. Di sala 1975an de dest bi nivîsîna helbest û
kurteçîrokan kiriye û di rojname û kovarên kurdî de belv kirine. Heta niha ev
berhem çap kirine:
Hozanên Sava.
Helbest 1991, Kurdistana basûr.
Balûlka Sekrê.
Kurteçîrok 1994, Swêd. / Çîrok û helbest, ji welatê Nêrgiza. Bi zimanê erebî. /
Gulistan û sev, roman.
Hesenê Silêvaniyê
niha li Kurdistana basûr dijî.
Hêvîdar Zana di
29.12.1976an de li bakurê Kurdistanê li bajarê Nisêbînê hatiye dinyayê. Pistî
kustina birayê xwe Zana di 14 saliya xwe de tevlî gerîla dibe û derdikeve çiyê.
Di sala 1993an de di
redaksiyona radyoya Dengê Kurdistana Serbixwe de cihê xwe digire û nûçe û
programan pêskês dike.
Di sala 1996an de di
televîzyona MEDê de nûçeyên kurdî pêskês dike û moderatoriya programan dike.
Gelek çîrok, gotar û
serpêhatiyên wê di gelek kovar û rojnameyên kurdî de hatine wesandin.
Husein Muhammed sala
1980ê li gundekî nêzî Zaxoyê li basûrê Kurdistanê hatiye dinyayê. Ew ji sala
1994an sûnde li Fînlandayê dimîne û niha li zankoyê dadweriyê (hiqûqnasiyê)
dixwîne û ji daîreyên cor–bi–cor ên kargêrî (îdarî) yên Fînlandayê re
tercumaniya zimanê kurdî (kurmancî û soranî) û zimanê tirkî dike.
Husein sala 1995an
dest bi nivîsîna bi kurdî kiriye. Ta niha berhemên wî di çendîn kovar û
rojnameyan de belav bûne. Ew ji 1999an ve yekemîn kovara kurdî ya
xwerû–elektronîkî, Mehnameyê, bi rêya Internetê diwesîne. Tevî ku Husein hem
helbest, hem kurteçîrok û hem jî gelek gotar nivîsîne jî, ew herî zêde wek
wergêr tê nasîn. Wî berhemine Xelîl Cibran, Anton Çexov, Shakespeare û gelek ji
nivîskarên din ên li hemî cîhanê navdar bi zimanê kurdî arasteyî xwendevanan
kirine. Husein herwiha ferhengokek peyvên dadwerî ya kurdî–îngilîzî amade
kiriye. Niha ew li ser ferhengokek soranî–kurmancî dixebite.
Husên Arif di sala
1926an de li basûrê Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê hatiye dinyayê. Wî li
Bexdayê hiqûq xwend û bû avûkat. Ew îro yek ji çîroknivîsên basûr yê bijarte tê
hesêb. Digel nivîskariya xwe ew di kovar û rojnameyên bi navê Rosinbîrî nû,
Nûserî kurd, Hawkarî û Karwan de jî xebitî ye.
Husên Arif di sala
1957an de bi çîroka xwe »Çaya sêrîn« xelata kovara Safaq ya çîrokê wergirt.
Heta niha bi çendan
kitêbên Husên Arif yên kurteçîrokan û romanên wî hatine wesandin. Wekî din wî
li ser prosaya kurdî xebateke girîng û bingehîn kiriye.
Husên Arifê ku
kitêba Machiavelli »Mîr« jî wergerandiye kurdî, niha li Kurdistana Iraqê dijî.
Îbrahîm Seydo
Aydogan di sal 1976an de li Qiziltepeyê hatiye dinyayê.
Heta niha ev berhem
nivîsandine: Wechê te Diyarbekirê tîne bîra min (helbest, 1996–2002,
neçapbûyî). / Res û spî (roman, 1999, wesanên Dozê). / Hezkiriya Xwedê (çîrok,
neçapbûyî). / Leyla Fîgaro (roman, 2003).
Jan Dost di sala 1965an de li bajarê Kobanî hatiye
dinyayê. Xwendina xwe heta lîseyê li Kobanî qedandiye. Ji sala 1985an heta
1988an li zanîngeha Helebê fakulta zanistê besê Biyolojiyê xwendiye, lê temam
nekiriye.
Ji berhemên Jan Dost: Kela Dimdim 1991 Bonn- Istenbol.
/ Sazek ji çavên Kurdistan re – helbest 1994./ Wergerandina Mem û Zînê bi erebî
1995. / Mehabad ber bi olimpiyada xwedê- Istenbol 1996 helbesta Selîm Berekat
wergerandin bi kurdî.
Bedayiulluxe ferheng Kurdî-Erebî wergerandin ji Farisî, 1997.
Elhedîqe el Nasiriyye, wergerandin ji farsî, bi erebî Hewlêr 2002.
Û niha romaneke wî li ber çapê ye.
Her weha gelek helbest û lêkolîn bi erebî û kurdî di
rojname û kovarên cihê de wesandine.
Çîroka wî ya yekem Xewna Sewitî sala 1993an di
pêsbirka kurteçîroka Kurdî de li Sûriyê xelata yekem stand.
Jan Dost ji sala 2000î de li Almanyayê dijî.
Kamran Bedir-Xan di
21ê tebaxa 1895an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Wî li Almanyayê doktoraya xwe
ya hiqûqê da. Pasê li Bêrûdê bi cih bû û li wir avûkatî kir. Ji bilî ku gelek
nivîs û wergerên wî di kovara Hawarê de hatine wesandin, wî di sala 1943an de
li Bêrûdê rojnameyên Roja Nû û Stêr derxistin.
Kamran Bedir-Xan di
sala 1947an de çû Firansayê û li wir sazgeha lêkolînerî ya kurdî ava kir. Di
wan deman de jî li Unîversîteya Parîsê dest bi hînkirina zimanê kurdî kir.
Wî di mijarên cihê
de, bi zimanên cihê zêdeyî sih kitêbî nivîsandin. Herçiqas kitêbên wî ên
kurteçîrokan tunebin jî, wî kurteçîrok jî nivîsandine.
Kamran Bedir-Xanê ku
hemû jiyana xwe dabû kultur, ziman û edebiyata kurdî, di sala 1978an de li
Parîsê wefat kir.
Kamiran Haco di sala
1959an de, li Tirbespiya binxetê hatiye dinyayê. Xwendina seretayî, navendî û
amadeyî li Tirbespiyê û Qamislo temam kir... Sala 1983an xwendina endezyariyê
besê Mekanîk li zanîngeha Helebê qedand...
Ji destpêka salên
90î ve, wî dest bi nivîsandinê kiriye. Di kovar û rojnameyên wek: Gelawêj,
Gurzek Gul, Stêr, Xunav, Metîn, Armanc, Pirs, Deng, Medya Günesi, Çira û Nûdemê
de nivîsî ye.
Ji dawiya sala
1997an ve li Swêd dijî û niha di redaksiyona kovara Rastî de dixebite.
Di sala 1977an de
pirtûkeke wî ya kurteçîrokan bi navê Kelevajî di nav wesanên Avestayê de
derketiye.
Keça Kurd li binya xetê di maleke welatperwer de hatiye dinyayê.
Wê di navbera salên 72, 73, 74an de li zanîngeha Silêmaniyê besê kurdî
xwend.
Heta niha Keça Kurd ev berhemên li jêr wesandine:
Çîrokine helbijartî, Azîz Nesîn; ji erebî bo kurdî, sala 1990.
Xoybûn, Mihemedê Mele Ehmed, sala 1993.
Zayenda mê û nêr.
Lêkolînek li ser giramera zimanê kurdî, Kurmanciya bakur, sala
2001.Helbest, heta niha dîwanek belav bûye, bi navê "Pela dawî" sala
2002. Keça Kurd niha li Almanyayê dijî û di karê xwe yê nivîskariyê de berdewam
e.
LOKMAN POLAT
Lokman Polat di sala
1956an de li Licê – qeza Diyarbekirê– hatiye dinyayê. Ew çend caran hatiye
girtin û berdan. Di dawiyê de di giyabê wî de deh sal û nîv ceza danê. Wî
beriya sala 1980yî li welêt belavokên siyasî û nûçeyên siyasî dinivîsand. Di sala 1984an de li Swêdê bi cih bû. Li Swêdê dest bi nivîsandina kurteçîrokan
kir. Gelek kurteçîrokên wî di rojname û kovarên cihê yên kurdan de hatin
wesandin.
Heta niha 14 pirtûkên wî derketine. Ji wan çar heb bi tirkî, neh jî xwerû
bi kurdî ne. Pirtûkên bi kurdî ne sê roman û heft kurteçîrokan in. Lokman Polat
ji bo zarokan jî 4 pirtûk wergerandine kurdî û kovarek bi navê Helwestê
wesandiye.
Lokman Polat di destpêka damezrandina Komela Nivîskarên Kurd de cîh girtiye
û bûye endam û endametiya wî ya komelê hê jî dewam dike. Ew endamê PENa
navnetewî û endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye.
Mahabad Qeredaxî di 1966an de li bajarokê Kifrî yê girêdayî Kerkûkê li
Basûrê Kurdistanê hatiye dinyayê. Di sala 1980ê yekem berhema wê ya helbestan
hatiye belavkirin. Ji 1980 ta 1981ê ji ber nivîsîna helbestan ji alî be'siyan
ve hatiye girtin û zindankirin.
Qeredaxî ji sala 1993anû vir ve li Swêdê dijî.
Pirtûkên wê yên çapkirî:
Helbest: 1. Nexsey diwarojî kirêkar / 2. Panorama / 3. Saxêlkey genmesamiye
/ 4. Mîdalya / 5. Hajey roh / 6. Snöfåglar.
Çîrok: 7. Fentazya /
8. Koç.
Lêkolîn: 9. Le
pênawî jiyanewey afret da / 10. Azadkirdinî mêjû / 11. Ziman, raman û nasname /
12. Jin û komelge le qonaxî balindeyî Sêrko Bêkes da.
Wergerandin: 13.
Sî'r henasey gerdûn e (helbijardeyek le si'rî hawçerxî cîhan) / 14. Danpêdanêkî
piyawane (komeleçîrokî Newal Se'dawî) / 15. Nanî jehrawî (sanonameyekî Vesselin
Hanchev).
Pirtûkên perwerdeyî
bi hevkariya hin nivîskarên dî: 16. Germiyan / 17. Bawegurrgurr / 18. Dîlan.
Mahmûd Baksî, di
sala 1944an de li gundê Suphiyê ku bi ser Hezoya (Kozluk) Batmanê ve ye, hatiye
dinyayê. Berî ku xwendina xwe ya li »Dicle Öðretmen Okulu« xelas bike, wî dev ji karê xwendinê berda. Di sala
1967an de cara pêsî li Batmanê di rojnameya Batman Gazetesi de dest bi karê rojnamegeriyê
kir. Di sala 1968an de bû serokê TÝPê (Partiya Karkeran a Tirkiyeyê) ya
Batmanê. Di sala 1969an de bi navê Mezra Botan romana wî ya yekem li Stenbolê
derket. Pasê di sala 1970yî de pirtûka xwe ya bi navê Sadi Akkiliç Davasý
derxist. Sadi Akkiliç komunîstekî tirk bû û ji ber gotareke wî heft sal û nîv
cezayê hepsê lê birîbûn.
Mahmûd Baksî di wan
salan de sendîkavan bû û wî karê xwe yê sendîkavaniyê li DÝSKê didomand. Karê
wî ê sendîkavaniyê ji sala 1968an heta sala 1970yî dewam kir. Pasê bi hinceta
ku ew kurdîtiyê dike û ji ber herdu pirtûkên wî ên ku hatin çapkirin, 15 sal
cezayê hepsê lê hate birîn. Loma di 1970yî de ji bêmecaliyê mecbûr ma ku
derbasî Almanyayê bibe. Ew di sala 1971ê de jî li Swêdê bi cih bû.
Mahmûd Baksî li
Swêdê jî vala nesekinî û heta dawiya jiyana xwe nivîsand. Wî heta niha 22
pirtûk nivîsandine û pirtûkên wî wergeriyane gelek zimanan. Lê Baksî bi xwe bi
sê zimanan; bi kurdî, tirkî û swêdî dinivîsand. Hin ji kitêbên Baksî ên bi
kurdî ev in; Zarokên Îhsan (1978), Hêlîn (1984), Gundikê Dono (1988).
Mahmûd Baksî di 19ê
meha 12an ya 2000î de li Stockholmê wefat kir û niha li Diyarbekirê vesartiye.
M. ALÎ K.
M. Alî. K. di sala
1964an de li Zoravaya Nisêbînê hatiye dinyayê, di sala 1983an de hatiye Swêdê û
niha jî li Swêdê dijî. Bi navê Mehkûm kitêbeke wî ya kurteçîrokan heye.
M. Dehsiwar di sala 1959an de li Batmanê hatiye dinyayê. Wî xwendegeha
pêsî, navî û lîse li wir xwendiye. Hê di xortaniya xwe de ketiya nav sefên
welatperwerî û soresgeriyê. Pistî cûntayê ew
mecbûrî derketina dervayî welêt bû û niha li Swêdê, li Stockholmê dijî.
Pistî bicîbûna li Stockholmê û îmkanên xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî,
hewil da ku di vî warî de kar û xebatê bike. Wî digel vê, pêsî xwendegeha
grafîkê ku di warê amadekirin û çapemeniyê de mirov digihîne û du sal bû, kuta
kiriye. Pasê wî li Unîversîteya Stockholmê »pêwendiyên navneteweyî«
(international relations) xelas kir û besek jî ji »siyasalê« (politcal sience)
xwend. Niha jî bi teza xwe ya di vî warî de mijûl e. Ew di nav cîhana pirtûkan
de, li Pirtûkxaneya Navneteweyî kar dike û di wir de berpirsiyarê besa pirtûkên
kurmancî û tirkî ye.
Ji bilî romana bi navê »Çirîskên rizgariyê« ferhengeke zarokan jî amade
kiriye û di kovarên kurdî de çîrok û nivîsên wî jî derçûne. Ew her wiha
wergeriyê jî dike û ta niha sê pirtûk ji swêdî (ji nivîskarê swêdî yê bi nav û
deng Henning Mankell) wergerandine kurdî.
Mehemmed Mewlûd (Mem) di sala 1927an de li Seqlewê, li Kurdistana Iraqê
hatiye dinyayê. Wî di salên xwe yên xortaniyê de çîrokên xwe di kovar û
rojnameyan de dane wesandin. Heta niha du cild çîrokên Mem hatine wesandin.
Cildê yekê di sala 1970ê de û cildê dudan jî di sala 1984an de hatiye wesandin.
Mem di sala 1987an
de wefat kir.
Mesal Temo di sala
1957an de li gundekî biçûk ji herêma Dirbêsiyê (rojavayê Kurdistanê) hatiye
dinyayê.
Wî di sala 1980ê de
li zanîngeha Helebê xwendina endezyariya çandiniyê qedandiye. Ji sala 1972an û
vir ve tevlî çalakiyên tevgera kurdî bûye. Ew yek ji wan kesan e ku »Navenda
Celadet Bedir-Xan a rewsenbîrî« li Qamislo di 10-12-2000î de ava kiriye.
Pirtûkên wî ên
çapkirî: Gotina dawî (bi erebî). /
Nerîn û helwest (bi erebî).
Pirtûkên wî ên ku li
ber çapê ne:
Rûpelên zemîna
welatekî bê welat (bi kurdî). / Gopalê
sor, çîrok (bi kurdî). Mesal Temo niha li Qamislo dijî.
Mihemed Ferîq Hesen di sala 1941ê de li gundê Qazanqayê girêdayî bi
Qeredaxê ye hatiye dinyayê. Xwendina destpêkê li Qeredax û navendî li Helebce û
xwendina Akademî ya Mamostayan li Silêmaniyê bi dawî aniye. Salên 1979–82an
endamê Desteya Birêvebir ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd/tayê Silêmaniyê bû. Sala
1989 çîroka »Nêrgiz bûka Kurdistan« ku ji derhênana Ce'fer Elî ye û yekemîn
fîlmê sînemayî yê kurdî (35 mlm) e,
nivîsîye? Sala 1991ê (pistî serhildanê) serokê tayê Silêmaniyê yê
Yekêtiya Nivîskarên Kurd bû. Ji
sala 1998an û vir de li Danîmarkayê dijî. Kitêbên çêrokan ku wesandine Sêberî
Espesê 1978 Silêmanî, Ristêk Zengîyaneî Awî 1979 Bexda, Perîxan 1991 Swêd,
Dûrbîn 1992 Swêd, Bapîrê Kurdo 1992 (çîrokên zarokan) Swêd.
Kitêbên din yên çêroknivîsî:
Huner û Meselekanî Serdem 1985 Silêmanî, Memleketî Masî 1997 Hewlêr, Deselatî
çwarem 1998 Hewlêr, Dujminî Gel (werger) 1986 Bexda, Melî Awat (werger) 2002
Hewlêr.
Mehmet Sanrý di sala
1967an de li gundê bi navê Gundik ku girêdayî Sirnexê ye hatiye dinyayê.
Di sala 1988an de
dest bi karên nivîsandin û rojnamevaniyê kiriye. Niha jî sergerînendeyê (yayin
yonenmeni) kovara Serbestî ye ku li Stenbolê bi zimanê tirkî derdikeve.
Mele Mehmûdê
Beyazîdî di sala 1797an de li bakurê Kurdistanê hatiye dinyayê. Beyazîdî yek ji
wan kesan e ku di sedsala hîjdehan de dest bi nivîsandina nesra kurdî kiriye.
Wî kitêbek bi navê Adetên kurdan nivîsandiye û Serefnameya Serefxanê Bedlîsî
wergerandiye kurmancî. Mele Mehmûdê Beyazîdî herweha gelek çîrokên gelêrî jî
nivîsandine.
Mihemed Mukrî di
sala 1949? de li Kurkûkê hatiye dinyayê. Ew edebiyatvanekî piralî ye. Ew
helbest, çîrok û romanan dinivîsîne. Digel du romanên bi navên »Segwir« û
»Heres« wî çend kitêbên din jî nivîsandine.
Mihemed Mukrî niha
li bajarê Silêmaniyê dimîne
Mustafa Aydogan di
sala 1957an de li Qiziltepeya Mêrdînê hatiye dinyayê. Ew di sala 1985an de li
Swêdê bi cih bû û heta niha jî her li Swêdê dimîne.
M. Aydogan li Swêdê
ket nav tevgera kulturî û heta niha ji Jack London, Yesar Kemal, Aziz Nesin,
Edîp Karahan, Ann Eriksson û Orhan Pamuk kitêb wergerandine û bi xwe jî bi navê
Pêlên Bêrîkirinê û Berê gotin hebû du
kitêb nivîsandine. Wekî din Aydogan di kovar û rojnameyên cihê de li ser
mijarên cihê gotar nivîsandine.
Necîbe Ehmed di sala
1954an de li bajarê Kerkûkê hatiye dinyayê. Wê li zankoya Silêmaniyê ziman û
edebiyata kurdî xwendiye. Ew ji sala 1975an û vir ve dinivîsîne û di
nivîsandinê de yek ji jinên pêseng û xwediyê dengekî taybetî ye.
Necîbe Ehmed heta
niha çend kitêbên helbestan, kitêbeke çîrokan û hin kitêbên wergerê wesandine.
Ew niha jî li
Kurdistana Îranê, li bajarê Seqizê dimîne.
Nizar Mehemed Seîd
di sala 1952an de li Duhokê hatiye dinyayê. Serî, navî û berhevî li Duhokê
xwendiye û peymangeha mamostatiyê li bajarê Mûsilê bi dawî aniye. Ji sala
1973an û vir de dinivîsîne. Di sala 1978an de çîrokên xwe belav kirîne. Sala
1985an, kitêbeke kurteçîrokan bi navê »As« çap kiriye. Di piraniya rojname û
kovarên kurdî de, lêkolîn û gotar belav kirine. Hinek berhemên edebî, ji zimanê
ingilîzî wergerandine kurdî. Ew niha li Hollandayê dijî.
Nûredîn Zaza di sala 1919an de li Madenê hatiye dinyayê û hê di zaroktiya
xwe de ji cih û warê xwe koç dike û li Sûriyê bi cih dibe. Ew li Sûriyê xwe
digihîne Celadet Bedir–Xan û di kovara Hawarê de dest bi nivîsandina
kurteçîrokan dike.
Nûredîn Zazayê ku ji ber xebatên xwe yên siyasî gelek caran hatiye girtin,
piraniya jiyana xwe li derveyî Kurdistanê bihurandiye. Wî bi navê Serê Azadî,
Ma vie de kurde, Memê Alan û Keskesor (di nav wesanên Nûdemê de derket û
wesanxanê ev nav li kitêba wî a kurteçîrokan kiriye) çar kitêb nivîsandine û
hinek nivîsên wî ên ku nehatine wesandin jî hene.
Nûredîn Zaza li Swîsreyê bi cih bûbû, li wir zewicî bû, doktoraya xwe ya li
ser fîlozofê fransiz Emanuel Monnier li wir kiribû û di sala 1988an de li wir
wefat kir.
Osman Sebrî di sala
1905an li gundê Narincê yê Kolîka Semsûrê hatiye dinyayê. Bavê wî serokê êla
Mêrdêsiyan bû. Dema ku Osman Sebrî hê zarok bû, bavê wî di sala 1915an de çû
ser dilovaniya xwe û ew li ba apê xwe yê ku bû serokê êlê, mezin bû.
Pistî Serhildana Sêx
Seîd, Osman Sebrî jî digel herdu apên xwe Sukrî û Nûrî di sala 1926an de tê
girtin. Herdu apên Osman Sebrî di zîndana Amedê de hatin darvekirin. Lê Osman
Sebrî du salan di zindana Denizliyê de dimîne û pistî efûyeke gistî, di sala
1928an de tê berdan.
Di sala 1929an de
careke din Osman Sebrî digel 26 serokên kurd, hat girtin lê dîsa zû hat berdan.
Ew di 24. 12. 1929an de direve Sûriyeyê, du salan dibe endamê Partiya Xoybûnê û
di kovara Hawarê de li ser mijarên cihê dest bi nivîsandinê dike.
Di sala 1954an de
Osman Sebrî alfabeya kurdî ya latînî wesand û hin pirtûkên mîna; Bahoz, Derdên
Min û çar Leheng nivîsandine. Dîsa pir helbestên wî yên ne çapkirî jî hene.
Di sala 1957an de
Osman Sebrî digel hin welatparêzên kurd, di xebata damezirandina »Partiya
Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê« de cih digire û wek sekreterê partiyê tê
hilbijartin.
Osman Sebrî roja 11-01-1993an wefat kir. Ew li gundê Berkevirê, li binxetê
vesartî ye.
Perwîz Cîhanî yek ji kurmancên Kurdistana Îranê ye ku ji mêj ve di nav
çalakiyên ziman û edebiyata kurdî de ye. Bi qasî xebatên li ser klasîkan û bi
taybetî jî Mem û Zîna Ehmedê Xanî, ew bi edebiyata nûjen jî mijûl e. Wî heta
niha kitêbên helbest, çîrok û romanan wesandine û di gelek kovar û rojnameyan
li ser mijarên cihê nivîs nivîsandine. Perwîz Cîhanî niha li Swîsreyê dijî.
Pîr Rustem di sala
1963an de li gundê Çeqela (Efrînê) hatiye dinyayê.
Xwendina endezyariyê
di zanîngeha Helebê de kir, lê temam nekir.
Wî gelek çîrok û
gotar di rojname û kovarên kurdî de belav kirine wek: Stêr, Pirs, Zanîn, Aso,
Azadiya Welat, Jiyana Rewsen, Armanc, Newroz... hwd.
Berhemên wî yên
çapkirî: Çivîkên Beravêtî, Çîrok , ji wesanên kovara Aso, Beyrût, 1992. /
Pilindir, Çîrok , ji wesanên kovara Aso, Beyrût, 1993. / Pûtvan, Çîrok , ji
wesanên Merxê, Beyrût, 1998.
Qado Sêrîn di sala
1967an de, li gundê Nehrozî ku dikeve herêma Qamislo hatiye dinyayê. Wî li wir
xwendina destpêkê xwend û di dû re û digel malbata xwe çû Qamislo da ku
xwendina xwe berdewam bike. Pasê jî çû bajarê Dêra Zorê da ku Enstîtuya
Matemetîkê bixwîne. Wî çend salan karê mamostetiyê kir. Di sala 1995an de
penaber bû û niha li Holandayê dijî.
Ew kurteçîrokan
dinivîsîne û pirtûkek ji stranên hunermend Mihemed Sêxo (digel birayê wî Beha
Sêxo) çap kiriye .
Wî gelek çîrok di rojname û kovaran de belav kirine, ji xwe
gelek di malperên Internetê de jî.
Wî di sala 1982an de
dest bi nivîsandinê kiriye.
Çîroka wî ya pêsî di
dawiya salên hestêyî de di kovara Gurzek gul de belav bû.
Di van salên dawî de
ew bêtir Qilçixan dinivisîne, ew jî rexne ne.
Qedrî Can di sala 1911an de li Dêrikê Çiyayê Mazî
hatiye dinyayê, di sala 1931ê koçberî
binya xetê bû û li Amûd û Qamisloyê bi cih bû. Di sala 1934an de li Sûriyê dest
bi mamostetiyê kir, lê ji ber ramanên xwe yên netewî, pêsverû û pistgiriya doza
gelê kurd, di navbera salên 1959–1961ê de hat hatgirtin. Di tîrmeha 1957an de
li Moskovayê besdarî mihrîcana ciwanên cîhanê bû. Di dema yekbûna Sûriyê û
Misirê de, ji Samê rêvebiriya çalakiyên
radyoya kurdî li Qahîrê kir. Qedrî Can di 9–8–1972an de wefat kir û li
goristana Sêx Xalid Neqsebendî ya li Taxa Kurdan li Samê hate vesartin.
Qedrî Can yek ji hîmavêjê çîrok û helbesta kurdî ya
modern bû, lê giringiya wergerê jî di bal û karên wî de diyar bû. Piraniya
berhemên Qedrî Can di kovar û rojnamên kurdî, wek; Hawar, Ronahî û Roja nû de
hatine wesandin.
Raûf Bêgard di sala 1942an de li bajarê Kerkûkê hatiye
dinyayê. Wî bi salên biçûk dest bi nivîsandinê kiriye û di dawiya salên pêncî
de çîrokên wî di kovaran de hatin wesandin. Bi navê Buwar û Hawar du kitêbên wî
ên kurteçîrokan hene.
Rauf Bêgard gelek çîrokên Çexov jî wergerandine kurdî.
Ridwanê Alî di sala 1959an de li Cizîra binxetê hatiye
dinyayê. Li Unîversîta Samê sê salan besê hiqûqê dixwîne, ji 1977an heta 1983an
li Moskovayê Fakulta rojnamevaniyê dixwîne û ji 1987an û vir ve li Firansayê
dijî. Ji kar û xebatên Ridwanê Alî yên berbiçav yek e ku kitêba Zinar Silopî
(Qedrî Cemîl Pasa) »Fî sebîl Kurdistan« ji zimanê rûsî wergerandiye erebî û bi
navêTilûrê Bêgane kitêbek ji kurteçîrokên xwe dane çapê. Tilûrê Bêgane di sala
1991ê de di nav wesanên Welat de belav bûye.
Rizaliyê Resîd di sala 1929an de li paytextê
Gurcistanê Tiblîsê hatiye dinyayê. Dema çar salî bû bi diya xwe re çûye
Ermenistanê, gundê Kurekendê (niha Fêrîk) cem apê xwe Ehmê û pîrka xwe Xezalê.
Rizaliyê biçûk li gundê xwe yê teze dest bi dibistanê dike. Du salên pêsin
xwendin bi zimanê kurdî bû. Dû re di sala 1938/39an de xwendina kurdî ji
mekteban tê hildan. Di dibistanên gundê kurdan de xwendin dibe bi zimanê
ermenî. Loma careke din ji koma
yekê dest pê dike. Pistî xwendina pêsin û navîn dest bi koleja mamostetiyê
dike. Pistî xwendina kolejê dikeve Enstîtuya pedegojiyê, besê dîrokê dixwîne û
dibe mamoste. Di navbera salên 1956–93an de her li gundê xwe mamostetiya zimanê
kurdî dike. Ji sala 1962an heta 1993an midurê mektebê bûye.
Pedagog, dersdar
Rizaliyê Resîd di eynî wextê da sair û nivîskarekî berhemdar bû. Kitêba wî ya
yekem »Ber bi tavê« di sala 1964a de li Rewanê çap bû. Du berhemên wî yên din
jî »Xem û xeyal« (1982) û »Heyr û guman« (1989) wek pirtûk ronahî dîtine. Ji
bilî van kitêban gelek berhemên wî wek helbest û çîrok di gelek rojname û
kovaran de ronahî dîtine. Herweha ji sala 1955an heta vê dema dawî bi sedan
gotar û helbestên wî di rojnameya »Rya teze« de çap bûne. Niha gelek helbest û
kurteçîrokên wî yên neçapkirî ji bo çapê amade ne.
Rojan Hazim ji
Hekariya ye nêzîkî 25 salan e ku dem bi dem, di rojname û kovarên cuda yên
kurdî de dinivîse. Baskê nivîskariya wî fireh e: Hem li ser pirs û pirsgirêkên
rewsa welat ya polîtîk bi gistî, hem jî li ser dîsa bi gistî ziman, edebiyat,
folklor û kultura kurdî lêkolîn, analîz û komentaran dinivîse. Li milê dî çîrok
û novelan jî dinivîse. Helbet carna ji edebiyata cîhanê jî wergeran dike.
Endamê grûba
KURMANCÎ ya Enstîtûya Kurdî ya Parîsê ye. Paralelî nivîskariya xwe,
rojnamevaniyê jî dike.
Sala 1989an
Wesanxaneya Xanî & Bateyî damezrandiye û heta niha jî edîtoriya wê dike. Ji
beriya 1980ê heta niha gelek nivîs, nûçe û wergêrên wî bi navên cuda, di kovar
û rojnameyên mîna Nûdem, Huner, Özgür Politika, Ek Politika, 2000´de Yeni
Gündem û Hîwa de hatine wesandin. Ji 1980ê heta 1991ê jî redaktoriya rojname û
kovarên Roja Gel, Bingeh û Hêza Welatparêz kiriye. Herweha ji 1989an heta niha
jî, lêkolîneriya rojnameya KURMANCÎ dike. Xebatên wî yên ku heta niha di nav
wesanên »Wesanxaneya Xanî & Bateyî« û wesanxaneyên dî de hatine wesandin jî
ev in:
Masîvanê Kal û
Masiyê Sor, A. Puskîn, (Wergêr), Bilbil, H.C. Andersen, (Wergêr), (Wesanên Hans
Reitzels, Danmark), Zimanê Çiya, Harold Pinter, (Wergêra M. Uzun, bi
redaksiyona R. H.), Li ser Evdirehîm Rehmiyê Hekarî, Stêr, rojnameya Mîr
Kamiran Bedir Xan, Stran & Sang, 6name, Pelatînk, H.C. Andersen, (Wergêr),
Bîranîna Elî Kasifpûr, Zimanê Wêneya, Kürdistan'a Sevgiler (tirkî), (Wesanên
Enstîtuta Kurdî ya Brukselê), Bîr û Raman, (W. E. K. ya Brukselê), Krîterên
Kopenhagê, (W. E. K. ya Brukselê, Kovara Koerden, îlon 2002), Paseroj, (W. E.
K. ya Brukselê) û Devokê Hekarîya.
Rojen Barnas ji
Farqînê ye û di salên 60î de dest bi nivîsandina kurdî kiriye. Di dawiya
heftêyan de bi hin hevalên xwe re kovara Tîrêj derxist, her di wan salan de
kitêbeke siîran bi navê Li bandeva spêde wesand. Barnas bi wê kitêba xwe riyeke
nû di siîra kurmancî de vekir û tesîr li gelek saîrên nû kir. Rojen Barnas mîna
gelek rewsenbîrên kurd mecbûr ma ku welatê xwe terk bike û pistî 80yî li Swêdê
bi cih bû. Wî bi gelek navên cihê di mijarên cihê de nivîs nivîsandine. Barnas
heta niha ev kitêb wesandine; Li bandeva spêde, Heyv li esmanê Diyarbekirê,
Hingê, Milkê Evînê û Siîr –1– (berhevoka du kitêbên wî ne) wesandine. Wekî din
Rojen Barnas di kovarên mîna Tîrêj, Hêvî û Nûdemê de gelek nivîs nivîsandine.
Ronî War di sala 1969an de li gundekî Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Du
caran ketiye hefsa Diyarbekirê. Çar salan nûneriya Sendîkaya karkeran kiriye û
niha jî di karekî fermî de dixebite. Çîrokên Ronî War di kovarên mîna Nûdem û
Kevanê de hatine wesandin û kitêbeke wî ya kurteçîrokan li ber çapê ye.
Rosan Lezgîn di sala 1964an de li gundê Dingilhawa ya bi ser Licê ya Amedê
ye, hatiye dinyayê. Ta niha gelek nivîsên wî; helbest, gotar, berhevkirinên
folklorîk, werger, hevpeyvîn û çîrokên wî yên bi zaravên kurmancî û zazakî di
rojname û kovarên mîna A.Welat, Jiyana Rewsen, Zend, Nûdem, Hîwa, Nûbihar,
Vate, Gulistan û Ö.Politika de wesiyane. Kitêbeke çîrokan (Suskunun Gölgesinde
– S. Samacý) ji tirkî û kitêbeke çîrokan a (Se Qetre Xun–S. Hîdayet) ji farisî
bo kurmancî wergerandine. Kitêbeke wî a çîrokan ‘Adir Kewto Sêncê Rezan’ bi
zaravê zazakî ku ji duwanzdeh çîrokan pêk tê niha ji çapê re tê amadekirin.
Dîsa xebatên amadekariya Ferhenga Îdyomên zazakî dike ku ta niha ji 1500î
zêdetir îdyom civandine û serha wan jî kirine.
Rosan Lezgîn li Amedê dimîne û bi zazakî, kurmancî, tirkî û farisî dizane.
Sebrî Botanî di sala
1925an de hatiye dinyayê. Wî hemû jiyana xwe xistibû xizmeta ziman, edebiyat û
çanda kurdî. Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de li ser mijarên cihê
dinivîsand û yek ji çalaktirîn kesayetiyên kurd bû. Ew di salmeziniya xwe de
sirgûn bû û heta dawiya jiyana xwe li Norwecê dijiya.
Hin ji kitêbên Sebrî
Botanî yên çapkirî ev in:
Sîn û Sadî, dîwan
-1-
Dilistan, dîwan -2-
Dengê Metîn û Cûdî,
dîwan -3-
Dibêjin, çîrok û
çîvanok
Herweha nêzîkî deh
kitêbên Botanî yên newesandî jî hene.
Sedat Yurtdas di
sala 1961ê de li Amedê hatiye dinyayê. Dibistana sereta, navîn û lîse li Amedê
xwend. Di ber xwendina xwe re demeke dirêj di gelek karên giran ên cûr bi cûr
de xebitî.
Dû re »Ýstanbul
Üniversitesi Hukuk Fakültesi« qedand û li bajarê Amedê dest bi karê abûkatiyê
kir. Di hilbijartina gistî ya sala 1991ê de, di îtifaqa HEP û SHPê de mîna
parlamenterê Amedê hat hilbijartin. Lê, pistî ku di 1994an de DEP ji aliyê
Dadgeha Bingehîn a Dewletê ve hate girtin, bi tevî S. Yurtdas ve parlemteriya
13 hevalên wî jî betal bû û hate girtin. Pistî ku 16 mehan di zîndana Ulucanlar
ya Ankarayê de girtî ma, cezayê 14 mehan lê hat birrîn.
Berhemên Sedat
Yurtdas yên ku heta niha çap bûne, ev in:
Orkestra Yeni
Ezgiler Çalacak (Siir – Belge yay. 1992).
Bir Gensoruda
Parlemento Gerçeði (Anýlar – Yurt yay. 1993).
Ýnsanlar Düsünceler
Kavgalar (Anýlar– Öteki yay.1996).
Remo »Bitmeyen
Sorgu« (Roman – Çiviyazýlarý yay. 1998).
»Xelat«
(Çîrok–Wesanên Siyê, 2002).
Serdar Rosan li
gundekî (Hezan) li ser qezaya Licê di sala 1958an de hatiye dinyayê.
Li Diyarbekirê,
Enstutuya Perwedekirinê xwend û bû mamosteyê Tarîx û Cografyayê; Li Swêdê jî du
salan li Zanîngeha Bilind ya Mamostetiyê xwend.
Heta sala 1982an li
Kurdistanê ma û di dawiya wê salê de hat Swêdê. Ji wê sala vir de li Stockholmê
dijî.
Bi edebiyatê ve
mijûl dibe, heta niha sê werger Çîrokên Hezar û sevekê, Mircana Qelew, Bi
Xatirê Sîlehan û pitûkeke wî e çîrokan hatiye wesandin.
Serfraz Alî
Neqsebendî di sala 1952an de li Nehiya Bamernê –parêzgeha Dihok– devera Behdîna
hatiye dinyayê û ji binemaleke dîndar, ji Sêxên terîqata Neqsî ye.
Serfraz di nav
pirtûk û peyamên welatparêziyê de mezin bû.
Xwendina xwe ya
seretayî û navincî li devera Behdîna bi dawî anî, pasê di sala 1981ê de ket
Zankoya Silêmaniyê, Bekeluryus–Lîsans–li besê–ekonomî û rêveberiya îdarî bi
dest anî. Di sala 1996an de Lîsans ji rojnamevaniyê wergrit.
Di sala 1972an de li
rojnama Birayetî dest bi nivîsandina bi zimanê kurdî û erebî kir, her weha li
rojnama Hewkarî babetên edebî belav kirin. Di navbera salen 1986–89an de di
kovara Karwan û kovara Tenduristî de komelendama destê rêveberiye bû.
Di sala 1992an de
rojnama Welat derxst.
Pistî ku ket
misextiyê li Almanyayê bi cih bû û di sala 1997an de li Bêrlînê bû sernivîsera
rojnama Kurdistan.
Di sala 1997an de
ket xebata PENa kurd û di 1998an de bû sekretera PENê.
Serfiraz Neqsebendî
di mijarên cihê de li dor deh kitêb nivîsandine.
Serkan Birûsk li
gundê Serêkaniya Omeriya hatiye dinyayê. Zaroktiya wî li Omeriya, desta Mûsê û
Nisêbînê derbas bûye. Pistî lîseyê, wî dest bi xwendina mîmariya peyzajê kir,
lê ji ber sedemên siyasî wî zanîngeh nîvcî hist.
Pêsî çû Almanyayê dû
re jî li Swêdê bi cih bû. Wî li Swêdê dest bi nivîsandinê kir. Heta niha gelek
berhemên wî wek helbest, çîrok û gotar di nava rûpelên kovarên mîna Avasîn,
Nûdem, Azadiya Welat, Jiyana Rewsen û pêvekên Özgür Politikayê de derketine.
Wek pirtûkên
helbestan; Awirên Bi Hêvî, Xem Vedixwim Bi Tasa Sor Ji Demê hene. Wekî din jî, wî
sê pirtûk; Moa û Pelle, Ciwanên Îro û Madîken ji swêdî wergerandine kurdî û di
nava wesanên Nûdemê de dane wesandin.
Serkan Birûsk niha
li Swêdê dimîne.
Sidqiyê Hirorî di
sala 1956an de li gundê Hirorê li Kurdistana Îraqê hatiye dinyayê. Li bajarê
Mûsilê mezin bûye û her li wê derê xwendina xwe ya destpêkê, navincî û amadeyî
bi dawî anîne. Di sala 1978an de bû karmendê çandinê li deverine ser bi Duhokê.
Di sala 1984an de bû endamê desteka nivîskarên Radyoya Dengê Kurdistana Îraqê.
Di sala 1986an de bo xwendinê çû Polonyayê. Di sala 1992an de xwendina xwe ya
rojnamevaniyê li Unîversîteya Warsovayê bi dawî anî û pileya Magisterê wergirt.
Ji
sala 1992an vir ve li Swêdê dijî.
Destpêka nivîskariya wî bi helbestê bûye û pasê çîrok û roman. Çîroka wî ya
yekê bi navê Xwekustin di sala 1977an de di rojnameya Hawkarî de hat
belavkirin.
Berhemên wî yên wesandî:
Dîmenek ji çîroka jiyana min, çîrok, 1985, çapxaneya Xebat.
Çend hozanekêt ne navkirî, helbest, 1986, çapxaneya YLDK li Îranê.
Momkeka ne vemirî, çîrok, 1986, çapxaneya YLDK li Îranê.
Qreç û dilber,
helbest, 1989, Polonya.
Rewsenbîrê Kurd,
kovar, hejmara 1, sal 1990.
Kurê zinarê
serbilind, roman, 1996, wesanxaneya Nûdemê, Swêd.
Evîn û sewat, roman,
1998, wesanxaneya Nûdemê, Swêd.
Çend nivîs û werger
di Nûdem, Kurdistan press, Armanc, Berbang, Roja Nû û Nûdem Wergerê de
wesandine.
Silêman Alî di sala 1963an de li Serê Kaniyê (basûrê
rojavayê Kurdistanê) hatiye dinyayê.
Li Rûsyayê, li
unîversîteya Moskovayê dîploma magîstra di rojnamevaniyê de stendiye. Babetê
dîploma wî »pirsa kurdî di rojnamevaniya rûsî de« bû.
Besdarî di
damezrandina »Navenda lêkolînên Kurdî li Moskoyê« de kiriye û heya sala 1995an
tê de kar kiriye.
Ji sala 1995an û vir
de li Almanyayê dijî. Sala 1980yî dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Pist re
gotar, lêkolîn û çîrok nivîsandine û bi
wergerê re jî mijûl bûye. Ji destpêka salên 90î û vir de babeta wî ya bingehîn
bûye çîroka kurt. Babeta çîroka wî heya niha jiyan û rojana mirovê kurd e.
Çîrokan bi zimanê
almanî jî dinivîsîne.
Sala 1999an
pirtûkeke çîrokan bi kurdî bi sernavê »Derdo« li welêt belav kiriye.
Bi almanî di sala
2002an de pirtîkek tevî çend nivîskarên biyanî bi sernavê »Rêkên jiyanê« çap
kiriye.
Silêman Demir di
sala 1956an de li gundê Hebîsê li bakurê Nisêbînê hatiye dinyayê û heta
dehsaliya xwe li wir jiya ye. Lê malbata wî bi esil ji gundê Çalê ye.
Malbata wî di
dehsaliya wî de bar kir Nisêbînê. Xortaniya wî li wir dest pê kir. Wî xwendina xwe ya heta
lîse (sala dawî ne tê de) li wir kir. Pistî lîseyê, ji berdêla du salan ve,
salekê dibistana mamostetiyê li Mêrdînê xwend. Lê wî qet mamosteyî nekir.
Demir di sala 1985an de ji Nisêbînê koçî Swêdê kir û hê jî li Swêdê dijî.
Heta niha du romanên
wî derketine:
Sorê Gulê, 1997. /
Koç, 1998.
Her wilo wî hin werger jî kirine. Hinek wek perçe di kovaran de derketine,
hinek jî wek kitêb derketine. Kitêb ev in:
Siîrên Bijarte– Mayakovskî–1997 (werger). / Keça Kurd Zengê– Cemsîd Bender
–1997 (Kitêbeke çîrokan e, digel F. C. wergerandiye).
Sîma Semend di sala 1933an de li navça Axbaranê (Sovyeta kevin) hatiye
dinyayê, di sala 1958an de fakulteya fîlolojiyê li Unîversîteya Êrîvanê xelas
kiriye û pasê bûye redaktora besa kurdî ya radyoya Êrîvanê.
Sîma Semend bi prosayê dest bi nivîskariyê kiriye û nivîskariya xwe bi
prosayê jî dewam dike. Wê heta niha du pirtûkên çîrokan nivîsandine û di
antolojiyan de cih girtiye.
Suud Kiliç di sala 1967an de li gundekî Qosera Mêrdînê bi navê Tiltiemkê
hatiye dinyayê.
Di sala 1987an de li Stenbolê dest bi Unîversîteya Mimar Sinanê, Fakulteya
Edebiyatê besê Ziman û Edebiyata Tirkî kir û di sala 1994an de ev dibistan
qedand. Ji sala 1991ê heta salên 2000î ew di Wesanxaneya Dozê û gelek saziyên
ku bi zimanê kurdî wesan dikirin de xebitî. Ew niha jî mamostetiya zimanê tirkî
dike.
Suzan Samanci di
sala 1962an de li Diyarbekirê hatiye dinyayê û hê jî li wir dijî. Wê bi
nivîsandina helbestan dest bi edebiyatê kiriye û helbestên wê di kovara tirkî
»Sanat Olayý« de wesiyane. Dû re Samanci derbasî nivîsandina çîrokan bû.
Pirtûka wê ya çîrokan »Reçine Kokuyordu Helin« di sala 1996an de derket. Di
sala 1996an de jî kitêba wê ya çîrokan »Kýraç Daðlar Kar Tuttu« wesiya.
Kitêb û çîrokên
Suzan Samanci, kurdî jî tê de wergeriyane gelek zimanan.
Têmûrê Xelîl di sala
1949a de li Yêrêvanê hatiye dinyayê. Pistî temamkirina fakulta fîzîk–matematîk
ya Unîversîteyê, 3 salan (1974–1977) li gundê kurdan – Sîpanê, dersên
matematîkê dane zarokên kurdan. Di sala 1977–1981 û 1984–1992an di redaksyona
rojnama kurdî »Rya teze« de xebitiye: pêsî wek nûçegihan, pasê jî wek serokê
besa çandê. Di salên 1981–1984an de redaktorê radyoya kurdî ya Yêrêvanê bûye.
Di salên 1992–1997an de cîgirê rojnama kurdî ya »Golos kurda« bûye, ku li
Moskovayê bi zimanê rûsî çap dibû.
T. Xelîl 8 pirtûk ji rûsî wergerandine kurdî û
9 pirtûk jî bi herdu keçên xwe – Mîdîayê û Dîdarê re – ji tîpên kîrîlî û Ermenistanê wergerandine
ser tîpên kurdiya latînî ya niha:
Pirtûkeke Têmûrê
Xelîl ya çîrokan ya bi sernavê »Dengê xûnê« li ber çapê ye. Têmûrê Xelîl niha
li Swêdê dimîne.
S. B. Soreklî ji
sala 1968an û vir de li Sydney dijî.
Berî wê demê bi 3 salan ew wek xwendekarekî 19 salî ji devera Kobanî ya
binxetê gihîstibû Viyanayê… Ji sala
1978an û vir de ew wek mamoste li nik
wezareta perwerdeyê ya devera NSW di kar de ye. Sahîn her weha berpirsiyar û birêvebirê Besê Kurdî ye di SBS
RADIO de.
Heft berhemên wî,
wergerandina romana Namûsa Wendabûyî ya Katharîna Blum ya nivîskarê almanî
Heinrich Böll jî di nav de, wek pirtûk hatine wesandin. Li milê din bi sedan gotar, helbest, pexsan
û kurteçîrokên wî di rojname, kovar û pirtûkan de hatine wesandin, hinekên bi
zimanên înglizî, erebî û almanî jî di nav de.
Berhemên wî yên
destpêkê di kovarên kurdî yên di salên 80yan de li Ewrûpa, bi taybetî Swêd,
dihatin wesandin de derketin. Du ji kurteçîrokên wî yên destpêkê, Roja Dawîn ji
Jiyana Mistê Kurê Salha Temo (1982) û Civata Pêxemberan (1983) di kovara HÊVÎ
ya Enstîtuya Kurdî de li Parîsê hatin wesandin.
Saîrê kurd ê bi nav
û deng Egîtê Hesenê Semo (1933–2002), ku weke saîr deng daye bi navê lîteratûrî
yê Semsî, di sala 1933an de li zozanekî çiyayê Elegezê (Ermenistanê) di bin
konê kurmancî de hatiye dinyayê. Ji sala 1955an heta sala 1959an ew di xwendegeha
kurdî ya pedagojiyê de li paytextê Ermenistanê – Êrîvanê fêr dibe, ku ji bo amadekirina mamostayên ziman û
edebiyeta kurdî hatibû vekirin. Pistî çend salên dersdariyê li gundên navça
Hoktêmbêryanê ew dibe berpirsiyarê beseke rojnama eynî navçê ya bi navê
»Komûnîzmî hamar« (Ji boy komunîzmê), ku bi zimanê ermenî dihate wesandin. Di
sala 1969an de Semsî fakulteya ziman û edebiyetê ya Zanîngeha Êrîvanê xelas
dike û xwendina bilind bi dest tîne. Pist re dîsa ew karê xwe heta destpêka
salên 90î dewam dike. Sala 2000î diçe bajarekî Rûsyayê, Vladîmîrê, û li wira
havîna sala 2002an wefat dike.
Semsî xwediyê 6
kitêbên helbest û destanan e: »Semdan«, »Hîveron«, »Hêsirê baharê«, »Simil«.
Berevoka berhemên wî ya dawî bi sernavê »Asiqê buhurtî« di sala 1992an de dîsa
li Êrîvanê hat wesandin.
Ji bilî rojnamên
kurdî û ermenî gelek berhemên wî di berhevoka bi navê »Bihar« de hatine
çapkirin, ku wek antolojiyeke afirandinên saîr û prosaîstên kurd hersal li
Êrîvanê dihat wesandin.
Sêrzad Hesen li
bajarê Hewlêrê hatiye dinyayê. Di sala 1978an de zankoya Bexdayê ya ziman û
edebiyata ingîlîzî qedandiye. Demekê li bajarê Silêmaniyê mamostetiya zimanê
ingîlîzî kir. Sêrzad Hesen nivîsên xwe yên pêsî di navbera salên 1975–78an de
di kovara Rosinbîryî Nwê ku li Bexdayê derdiket, belav kir. Di navbera salên
1978–82an de kurteçîrokên xwe di kovarên Beyan û Hewkarî de belav kirin û wek
çîroknivîs bal kisand ser xwe û rexneyên bas wergirtin.
Di sala 1983an de bi
navê Teniyaiy û di sala 1989an de jî bi navê Gul î res du kitêbên wî ên
kurteçîrokan derketin. Wekî din wî gelek berhem ji ingîlîzî wergerandine kurdî.
Sêrzad Hesen hê jî
li Kurdistana Iraqê dijî.
Torî, li herêma Torê, li bajarê Midyadê, ji dayikeke
diyarbekirî û bavekî midyadî di sala 1931ê de hatiye dinyayê. Li dibistana
'Dicle Köy Enstitüsü' (Erganî) mamosteyî xwend.
Di sala 1985an de kitêba wî ya kurteçîrokan bi navê
»Qolinc« li Stockholmê hate wesandin.
Pasê bi navê »Sîlan« kitêbeke din ya kurteçîrokan û bi
navê »Mendik« romanek nivîsand û da wesandin.
Torî demekê navbir da nivîsandina kurteçîrokan û bi
nivîsandina kitêbên dîrokî re mijûl bû. Wî di vî warî de 18 kitêb nivîsandin.
Toriyê ku hê jî di nav çalakiya nivîsandina kitêbên
dîrokî de ye, niha li Stembolê dijî.
Tosinê Resît di sala 1941ê de li gundê Kûrekend, li
Ermenistanê hatiye dinyayê. Wî Enstîtuya Pedagojiyê, besa fîzîk û kîmiyayê di
sala 1964an de temam kir. Pistî saleke eskeriyê û çend salên mamostetiyê di
sala 1970ê de dest bi karê zaniyariyê kir û sala 1975an bû doktorê kîmyayê. Wî ji salên xwendina dibistanê dest bi
nivîsandina siîran kir, salên xwendkariyê siîrên wî bi riya radyoyê dihatin
wesandin.
Di sala 1975an de bi
navê »Kilamê rê« kitêbek wesand. Sala 1983an dîwana wî a duyem bi navê »Zozan«
çap bû, sala 1987an dîwana sêyem; »Nîvro« çap bû.
Sala 1988an
wesanxana »Roja Nû« piyesa wî »Siyabend û Xecê« çap kir.
Sala 2000î wesanxana
APECê li Swed berhevoka çîrokên wî »Seva bê xew« çap kir. Dîsa wê salê wî û Dr.
Husên Hebes pirtûkek ji bo bîranîna Qanatê Kurdo li Almanyayê çap kir.
Salên 60–70 dor 200
gotarên wî bi navê »Ensîklopêdiya Kurdî« bi radyoya Yêrêvanê hatine wesandin.
Sala 1993an ew
derket derveyî welêt û li Melbournea Australyayê bi cih bû.
Wezîrê Eso di 1ê mijdara 1934an de li paytextê
Gurcistanê – Tiblîsê hatiye dinyayê.
Ew di sala 1953an de li fakulteya tarîxê ya Zanîngeha
paytextê Ermenistanê – Êrîvanê tê qebûlkirin û gava ew xelas dike, di navbera
salên 1958–1961ê de li gundê Pampê wek serokê dibistanê kar dike. Salên
1961–1963an wek berendamê doktorayê besa kurdzaniyê ya Enstîtuya Rohilatzaniyê
de li Lenîngradê (niha Sankt–Pêtêrsbûrg) di nava tarîxa Kurdistanê de kûr dibe.
Salên 1964–1983an weke redaktor û redaktorê sereke yê polîtîkî di radyo,
televîzyon û wesanên Ermenistanê de kar dike. Salên 1983–1994an karê
redaktorîkirinê û wergeriyê di besa wesanên kurdî ya Radyoya Êrîvanê de bi cî tîne.
Wezîrê Eso xwediyê çend kitêbên çîrok, kurteroman û
wergerê ye: »Mizgînî«, »Dengbêj kal bûbû«, »Pamp–Sîpan«, »Xaçatûr Abovyan« û
lêkolînên wî yên »Kurd«, »Êzdî«, »Xebera dosta«.
Weke rojnamevan zêdeyî hezar gotar û siroveyên wî li
ser rûpelên »Rya Teze« û hemû rojname û kovarên Ermenistanê û Moskovayê yên
navendî de hatine wesandin, lê welê jî di radyoyê de hatine wesandin.
Ji ber vê kedê ew kirine endamê Yekîtiyên nivîskar û
rojnamevanên Ermenistanê û yê Yekîtiya Sovyeta berê.
Wezîrê Eso di sala 1991ê de hêjayî xelata Yekîtiya
Nivîskarên Ermenî û Seksyona nivîskarên kurd ya bi navê Erebê Semo bû.
Wezîrê Eso
niha li Belçîkayê dimîne. Ew li Belçîkayê jî di kar û mijûliyên
nivîskariyê de berdewam e.
Xelîl Duhokî di sala 1951ê de li bajarê Duhokê hatiye
dinyayê. Di sala 1970ê de dest
bi nivîsandina helbestan kiriye. Endamê redaksiyona çendîn kovarên kurdî bûye.
Ji bo demekê li Swêdê sernivîskarê Kovara Berbangê û serokê Komela Nivîskarên
Kurd bûye . Endamê Yeketiya Nivîskarên Swêdê ye.
Heta niha ev pirtûk çap kirine: Te çi viya û min
neanî. Dîwana helbestan, Kurdistana basûr 1982.
Leheng. Li ser
nivîsîn û wergerandina çîrokên kurdên bakur, ji tîpên latînî bo yên erebî.
Kurdistana basûr, 1983.
Osman Sebrî,
helbestvan û soresger. Kurdistana basûr, 1983.
Gaziyek ji cergê
Asya. Dîwana helbestan, Swêd1989.
Min digot û te
vedgêra. Dîwana helbestan, Swêd 1990.
Ragirtin. Dîwana
helbestan, bi swêdî û kurdî, Swêd 1990.
Helbesta hevçerx ya
kurdî. Bergê I, antolojî, Swêd 1992.
Helbesta hevçerx ya
kurdî. Bergê II, antolojî, Swêd 1994.
Helbesta hevçerx ya
kurdî. Bergê III, antolojî, Swêd 1995.
Antolojiya çîroka nû
ya kurmancên basûr. Swêd 1995.
Mirov û welat di
helbestên Refîq Sabirî de. Swêd 1996.
Peyv û tablo
diaxivin. Swêd 1997.
Helbestvanê tepeser û hejaran, Letîf Helmet. Swêd
1998.
Herweha Xelîl Duhokî ses kitêbên zarokan wergerandine
zimanê kurdî.
Nivîskarê kurd, berpirsyarê radyoya kurdî ya Rewanê
(ji sala 1957an heta sala 1981ê) Xelîlê Çaçan 11ê çileya pasin sala 1924an
hatiye dinyayê. Ji 58 salên jiyana xwe (ew di 13 çiriya pasin sala 1981ê de li
Yerevanê çû ser heqiya xwe) wî 24 salan serokatiya radyoya kurdî kiribû.
Ew herweha nivîskarekî navdar bû. Heta niha ev pirtûkên Xelîlê Çaçan çap bûne: »Moriyê
Nenê«, »Du destan«, »Qisên cmaetê« û »Klamêd kurda«.
Yaqob Tilermenî di sala 1972an de li Qoserê Mêrdînê
hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Dîcleyê, Fakulteya Perwerdehiyê, besa fizîkê
qedandiye. Nivîs û çîrokên wî di kovarên wek Jiyana Rewsen, Nûdem, Hîwa û
Pelînê de hatine wesandin. Bi navê Êsbazî û Bermeqlûb du kitêbên wî ên
kurteçîrokan hatine wesandin.
Yaqob Tilermenî niha li bakurê welêt dijî.