Federalîzm li ser bingehamafê çarenûsîhatiye avakirin.

hinek ji desthilayetiyên welatên serdestli gor daxwaza  xwe daxwaza mafê çarenûsiyê divejêrin û wekmafê kulturû, rewsenbîrî” bi gelên bindest didin qebûlkirin.

Ev yeke resmenxapandina daxwazamafê çarenûsî.”

Prînsîpa ferqiya berçbiçav ya di navbena dewleta yekdewlet û federalîzmê de:

 Fikra ko dîtina ser serbixwetiya desthilayetiya dewletê ye.

Dîtina yekdewletê, welatên wek Tirkiye, Îran, Suriye, ew e ko ”rêvebiriya dewletê naye parvekirin (naye lihev belavkirin)".

Û ew bes di warê siyasî de, ji aliyê dewleta yekdewlet ya ko serdestî dewletên di nava dewletê de ye, dikare were bikaranîn.

Li gor dîtinê, mesele li Suriye, ”bes mafê desthilayetiya Baasiyan di rêvebiriya dewleta Suriye de heye.
"Nabe kesek , em bêjin kurd bibin sirîkê desthilayetiyê".

Bi kurtî, dewletên serdest, wek ya Tirkiye, Suriye û Iran desthilayetiya dewletê nadin destê miletê kurd- ko di bingeha xwe de hêza duwemîn e li van welatan.

bi tersê , Federalîzm, di baweriyê de  ye ko desthilatdariya (rêvebiriya) dewletê /divê lihev belavkirin.

Federalîzma rastî, dibîne ko besên nîvdewletên di nava dewleta merkezî de hemu mafên xwe yên qanûnî li ser wan cihên ko nakevin ber desthilyetiya merkezî de, hene.

Ji ber yekê pêwîst e ko nîvdewletên nav dewleta merkezî de di hemû cihan de maf û destûrên xwe hebin da ko ew jiyana xwe ya siyasî-netewayetî- rêkû pêk bikin.

Ev yek di pratîkê de dide nîsankirin ko baweriya miletê di nava dewleta fedral de bi hev xurt dibe.

Û herweha , ew birha xwe li pêsveçûyina welatî dike.

Ji ber yekê dewletên federal niha pitir siyaseta xwe ya navxoyî bo warê siyasî, aborî, parastin, emniyet û ya derva xurttir û serbixwetir dikin.

Da ko federalîzma hevdem (modern) bersiva pirsên hevdem, emçaxe bide,

ew di gelek pêk û delavan de derbas bûye û pês de çûye û diçe . Wek nimûne:

Li Emerîka qalaFederalîzma kirin, New federalism.

Li gor yekê, li ser federalîzmek xurttir û bêhtir destxistina desthilayetiyê bo dewleta federal.

 Û ji hevbezî (rekabet) digel dewleta merkezî munaqese kirin.

Ji re gotin: federalîzma hevbezî (rekabet), Competitive feedeaism.

Federalîzm û rojavayê Kurdistanê (Kurdistana Suriye):

Gelek diyare ko li Suriye du miletên sereke hene:

Miletê Ereb û Kurd.

Û herweha gelek hindkokên , wek keldanî, asuri, suryanî, durzî û hwv hene.

Rejîma Baas û yên berî ji ber soventiya xwe nehêlistine û nahêlin ko kurd hejmara kurdên Kurdistana Suriye bizanin.
Û herweha destnîsankirina xaka Kurdistana Suriye welê.

mirov dikare bêje dora 3 milyon kurd wek hemwelatiyên Suriye hene.

Gava dewleta Suriye welatek demokrat û federal, hingê miletê kurd li Suriye nifûs û xaka erda xwe tesbît dike.

Nexwe axaftin re nîne ko li Suriye miletê kurd miletê duwemîn e.

 Û ew li ser axa xwe ye û pêwîst e xwediyê hemû mafê xwe yên neteweyî be.

Li gor yekê, diyar e ko ji federalîzmê kêmtir desthilatiyek siyasî nikare (di çaxê niha de) bersiva daxwazên mafê miletê kurd yên neteweyî li Kurdistana Suriye bide.

Û ev rengê dewletê (fedral) ji bo her du miletan, kurd û ereban û herweha hindkokan rengê herî bastir e.

Hemu daxazên , wek daxwaza destxistina mafê rewshenbîrî, kulturî, komelayetî; destxistina vegerandina nasmnameya hemwelatiyên ko nasnmaya wan ji wan hatiye standin, dikevin ber mafên ferdî, kesayetî de, ne yên neteweyetî de.

Daxwazên miletê kurd li Kurdistana Suriye daxwazên bidestxistina mafên neteweyetiyê ne.

Li gor dîtina min, da ko miletê Kurdistana Suriye bigihe armanca xwe pêwîst e ew xebatê bike da ko ew federalîzmê li Suriye bi miletê ereb re pêk bîne.

Û li gor baweriya min ev federalîzm pêwîst e wek modela basûrê Kurdistanê be. Ji ber ko federalîzma herî modern, pêsveçûyî û serketî, di çaxê niha de, ev model e.

Li gor modelê, wek ko miletê kurd li ser bingeha dilxwaziyê bi dewleta Iraqê ya demokrat û federal re desthilayetiya dewleta merkezî li hev belav kiriye ye.

Û herweha Federalîzma li ser bingeha dilxwaziyê wateyê (maneyê):

Gava miletê Kurdistana Suriye bixwaze mafê xwe heye xwe ji dewleta Suriye veqetîne û xwe bixwe rêve bibe, bibe serbixwe.

Eynî wek basûrê Kurdistanê, ko ev yeke di destûra xwe de tesbît kiriye.

Bi awayî, her du millet-kurd û ereb û herweha hindkokên dewleta federal ya Suriye baweriya wan bi hev û were û ew digihin maf û azadiyên xwe yên rastî.

 

Çavkanî:

1.Destûra Iraqa federal.

2.Modela basûrê Kurdistanê- di teorî û pratîkê de

3.Federal çözüm, Belçika, Ispanya, Türkiye, Nuh Ates, Deng yayinlari, 2000/Istanbul.

4.Internet- Nivîsen ser Federalîzmê

5.Bîr, bawerî, dîtin û ramanên min li ser federalîzmê.